Serokwezîr: Spasiya mamosteyan dikim ku nehîştin proseya xwendinê raweste
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi fermî zengilê destpêka sala nû ya perwerdeyê ya 2026-2027an lêxist û ragihand, ew ê li ser piştevaniya mamoste û xwendekaran berdewam bin.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî îro 20ê Îlona 2026an, bi amadebûna Wezîrê Perwerdeyê Dr. Alan Heme Seîd, serdana Dibistana "Global" a li bajarê Hewlêrê kir. Serokwezîr li wir zengilê destpêkirina sala nû ya perwerdeyê lêxist û gotarek pêşkêşî xwendekar û mamosteyan kir.
Beşek ji gotinên Serokwezîr:
- Ez sala nû ya xwendinê li mamoste û xwendekarên Kurdistanê pîroz dikim.
- Hikûmeta Herêma Kurdistanê dê li ser piştevaniya mamoste û xwendekaran berdewam be.
- Daxwazê ji xwendekaran dikim ku girîngiyê bidin xwendina xwe û berî her tiştî mirovdost û jîngehdost bin.
Ev welat berhema xwîna şehîdên me ye, berhema ked û zehmeta Pêşmergeyên me yên qehreman e. Pêwîst e em rêzê li Pêşmerge û niştimana xwe bigirin.
- Spasiya mamosteyên Kurdistanê dikim ku nehîştin di ti qonaxekê de proseya xwendinê raweste.
Tê nûkirin..