Mesrûr Barzanî: Kerkûk dilê Kurdistanê ye

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî sibeha îro yekşemê, 20ê Îlona 2026an, bi amadebûna Wezîrê Perwerdeyê Dr. Alan Heme Seîd; li Dibistana "Global" a li bajarê Hewlêrê, zengilê sala nû ya xwendinê ya 2026-2027an lê da. Piştre Serokê Hikûmetê di daxuyaniyeke rojnamevanî de, bal kişand ser giringiya perwerdeya bi zimanê dayikê, rola pîroz a mamosteyan, pêwendiyên bi Bexdayê re, serweriya yasayê û proseya pêkanîna kabîneya nû ya hikûmetê.

Serokwezîr bal kişand ser giringiya xwendina bi zimanê zikmakî û ragihand: “Xwendin bi giştî ji bo nifşê nû û ji bo her kesî girîng e; lê bêguman xwendina bi zimanê şêrîn ê kurdî ji bo me ji her tiştî girîngtir e, ji ber ku zimanê me pênaseya me ya neteweyî û niştimanî ye. Em dixwazin vî zimanî pêş bixin. Daxwaza min ji mamosteyan, ji Wezaretê û hemû aliyan ew e ku xwendina bi zimanê şêrîn ê kurdî pêş bixin. Bêguman Kerkûk bo me dilê Kurdistanê ye û kurdistaniyeta Kerkûkê jî di nasnameya wê de ye; lewma hêvîdar im li hemû wan deverên ku kurd lê hene, zimanê kurdî bê pêşxistin.”

Derbarê erkê perwerdehiyê de, Serokê Hikûmetê got: “Dibistan fêrkirin û perwerdeye. Xwendekar tê li vir dersê dixwîne, lê erkê mamoste ye ku wan bi rengekî ciwan perwerde bike. Yek ji wan mijaran jî hezkirina welêt e. Em bi vî niştimanî ciwan in; her ku em zêdetir ji welatê xwe hez bikin, em ê bêtir serkeftî bin. Yekem ders jî ji bo xwendekaran mamoste bi xwe ye. Mamoste bi reftar û kiryarên xwe dikare hezkirina welêt di dilê xwendekaran de biçîne.”

Li ser piştevaniya Hikûmeta Federal a Iraqê bo kerta perwerdeyê, Serokwezîr rexne li helwesta Bexdayê girt û got: “Mixabin me gelek daxwaz kir da ku hikûmeta federal di her astê de maf û para Herêma Kurdistanê dabîn bike; lê di kerta perwerdeyê de jî wekî piraniya kertên din, para Herêmê wekî pêwîst neda, yan jî dikarim bibêjim qet alîkariya me nekir. Lê vê yekê rê li me negirt. Hikûmet, kerta taybet û kesên dilsoz bûn alîkar ku em dibistanên baştir ava bikin û asta perwerdeyê sal bi sal bilindtir bikin. Dabînkirina pêdiviyên xwendekaran, xizmeta hatûçûnê û ewlehiya wan erkê hikûmetê ye û çi ji destê me bê em ê bi zêdeyî bikin.”

Derbarê serweriya yasayê de, Mesrûr Barzanî got: “Pêwîst e yasa li seranserê welêt serwer be. Li her cihekî çekeke li derveyî desthilat û rewayiya hikûmetê hebe, divê ew çek vegere bin kontrola hikûmetê; li kû derê dibe bila bibe.”

Li ser pirsa pêkanîna kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Serokwezîr banga lezgîn li aliyên siyasî kir û ragihand: “Amadebûna me ji roja piştî hilbijartinan ve hebûye û niha jî heye. Em dixwazin hikûmet zû ava bibe, lê berî her tiştî pêwîst e parlamenterên rêzdar ên nûnerên xelkê ne, boykota parlamentoyê bişkînin û vegerin parlamentoyê da ku erkê xwe yê niştimanî bi cih bînin; ji ber ku heta parlamento nebe hikûmet nayê avakirin. Pêngava yekem divê civîna parlamentoyê be. Ez daxwazê dikim ku vê pirsê ji wan aliyan bikin ku nayên parlamentoyê; em amade ne û parlamenterên me jî amade ne.”