Alan Heme Seîd: Serokwezîr bi berdewam piştevaniya kerta perwerdeyê kiriye

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Perwerdeyê yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê da zanîn, piştevanîkirina perwerdeyê yek ji karên herî pêşîn ên Kabîneya Nehem bûye û ragihand, di nava 7 salên borî de 310 avahiyên nû yên dibistanan hatine çêkirin û derfeta xwendinê bo 125 hezar xwendekaran hatiye dabînkirin.

Wezîrê Perwerdeyê Dr. Alan Heme Seîd îro 20ê Îlona 2026an, di merasîma radestkirina 36 avahiyên nû yên dibistan û baxçeyên zarokan bo Wezareta Perwerdeyê de, gotarek pêşkêş kir û bal kişand ser hewldanên hikûmetê yên ji bo pêşxistina jêrxana perwerdeyê.

Alan Heme Seîd got: “Nêrîn û dîtina Serokwezîr Mesrûr Barzanî bo piştevanîkirina kerta perwerdeyê pir zelal û aşkere bûye. Piştevanîkirina vê kertê yek ji karên herî pêşîn ên Kabîneya Nehem bû. Tevî hemû astengî û rewşên dijwar ên hatine pêş, bi hevkariya hemû aliyan me karî jêrxana perwerdeyê ber bi pêş ve bibin.”

Wezîrê Perwerdeyê diyar kir, di heyama 7 sal û 2 mehên borî de, bi rêya Kabîneya Nehem û bi hevkariya sermayedar, xêrxwaz û rêxistinan, gelek projeyên girîng hatine encamdan:

- 310 avahiyên nû yên dibistanan hatine temamkirin.

- 629 polên nû yên xwendinê di navendên perwerdeyê de hatine avakirin (bi giştî hejmar gihiştiye 4 hezar û 969 polan).

- Wek ku di destpêka kabîneyê de soz hatibû dayîn, ji bo nêzîkî 125 hezar xwendekaran li seranserê Kurdistanê cihên nû yên xwendinê hatine avakirin.

- 3 hezar û 75 dibistan hatine nûjenkirin.

- 19 milyon pirtûkên xwendinê hatine çapkirin û di dema diyarkirî de li seranserê Herêmê hatine belavkirin.

Derbarê nûjenkirina kerta perwerdeyê de, Wezîrê Perwerdeyê ragihand ku çendîn gavên mezin di warê dîjîtalkirinê de hatine avêtin; ji wan destpêkirina sîstema “E-Perwerde” û platforma “Dibistana Min”. Herwiha ji bo pêşxistina şiyan û behreyên xwendekaran, li 110 dibistanan “Taqîgeha Dahêneriyê” hatiye vekirin.

Di beşeke din a gotara xwe de, Alan Heme Seîd bal kişand ser girîngiya pêşxistina asta mamosteyan û da zanîn: “Di çarçoveya stratejiya rahênankirina mamosteyan de, tenê îsal 145 hezar mamosteyan beşdarî dewreyên fêrbûnê bûne di warên teknolojiyên dîjîtal, jîriya destkird (AI), hişyariya jîngehê û awayê reftar û serederîkirina bi xwendekarên xwedî pêdiviyên taybet re.”