Xortekî Kerkûkî dibe serokê marşalên Amerîkayê
xebata xwe ya berdewam karî li Amerîkayê bigihîje pileyeke bilind a ewlehiyê û bibe Serokê Marşalên Nivîsgeha Manchesterê.
Mihemed Salih ê ku salên berê ji Kerkûkê koçî Amerîkayê kiribû, piştî derbaskirina qonaxên dijwar ên jiyanê û xebateke dûrûdirêj di kerta polîs û ewlehiyê de, bû Serokê Marşalan (Chief Marshal) li bajarê Manchesterê.
Salih di vegotina çîroka jiyana xwe de da zanîn, serkeftina wî ne ji nişka ve hatiye, belkî xala destpêka vî karî ji çiyayên Kurdistanê û ji kolanên Kerkûkê bûye. Piştî ku gihîştiye Amerîkayê û zehmetiyên qonaxên destpêkê li pey xwe hiştine, wî wekî efserê dewriyeyê dest bi xizmeta ewlehiyê kiriye û gav bi gav bi bawerî û dilsozî pêş ketiye.
Ew balê dikişîne ser wê yekê ku her qonaxeke jiyana wî tijî astengî, fedakarî û qurbanîdan bûye, lê di heman demê de wan zehmetiyan ezmûn, bîrwerî û fêrbûneke mezin daye wî.
Mihemed Salih li ser hisabê xwe yê tora civakî peyamek belav kir û hestên xwe yên derbarê vê serkeftinê de wiha anî ziman: “Gava ez li paşeroja xwe dinêrim, dibînim ku ev tenê hewldana min bi xwe nebûye, belkî piştgiriya Xwedê bûye. Ez bi wê dera ku jê hatime gelekî serbilind im, ji bo vê rêya dûr û dirêj a ku min derbas kiriye sipasdar im, û dizanim ku ev tenê destpêk e.”