Iraq dest bi darizandina 6 çekdarên Fransî yên DAIŞê dike
Navenda Nûçeyan (K24) – Dadgeha Iraqê dest bi proseya dadgehkirina şeş welatiyên Fransî kir ku bi tohmeta endamtiya rêxistina terorîst a DAIŞê hatine girtin. Di heman demê de, bi hezaran tohmetbarên din ên ji dehên welatên cuda li zindanên Iraqê li benda biryara dadgehan in.
Îro Yekşemê, 20ê Îlona 2026an, rûniştina yekem a dadgehkirina wan şeş welatiyên Fransî li Bexdayê dest pê kir. Jêderekî dadwerî ya Iraqê roja Pêncşema borî ji Ajansa Nûçeyan a Fransayê (AFP) re ragihandib, nasnameya her şeş tohmetbaran bi fermî nehatiye aşkerekirin, lê ew beşek in ji komeke 47 kesî ku sala 2025an ji Sûriyeyê bo Iraqê hatibûn veguhastin.
Li gorî zanyariyên AFPê, yek ji wan girtiyan bi navê Adrien Guihal e; ew kesê ku berpirsiyariya êrîşa xwekujî ya bajarê Nice ya Fransayê li ser navê DAIŞê ragihandibû. Di wê êrîşa 14ê Tîrmeha 2016an de, 86 kesan canê xwe ji dest dabûn.
Dadgehên Iraqê di salên borî de, cezayê darvekirinê û zindana hetahetayê li ser hejmarek tohmetbarên biyanî sepandine. Di sala 2019an de ji bo 11 welatiyên Fransî biryara darvekirinê hatibû dayîn, lê piştî qonaxa temyîzê cezayê wan bo zindana hetahetayê hatibû guhertin.
Rêxistinên mafên mirovan nîgeraniyên xwe li hember lezbûna dadgehkirina van dosyeyên terorê anîne ziman û tekez dikin ku di van dadgehkirinan de garantiyên yasayî û pîvanên darizandineke adilane nayên bicihanîn.
Herwiha tîmeke parêzerên Fransî, Marie Dosé, Matthieu Bagard, Victoire Doumier, Pauline Gamba-Martini û Baptiste Vachon, di daxuyaniyeke hevbeş de nerazîbûn nîşanî nebûna zelaliyê di proseya dadweriyê de da û destnîşan kir ku muwekilên wan ji mafê berevaniyê hatine bêparkirin. Parêzeran banga vegerandina van welatiyan bo Fransayê kir, da ku li welatê xwe bên darizandin.
Di destpêka sala 2026an de, zêdetirî 5 hezar û 700 kes ji 60 neteweyên cuda ku guman tê kirin endamên DAIŞê bin, ji kampên li Rojavayê Kurdistanê û Bakurê Sûriyeyê radestî Iraqê hatin kirin. Di nava wan de herî kêm 5 welatiyên din ên Fransî jî hene ku di dema tevlîbûna malbatên wan nava DAIŞê de, temenê wan di bin 18 saliyê de bûye.
Encûmena Bilind a Dadwerî ya Iraqê di destpêka vê mehê de ragihandibû, lêpirsîna ligel wan 5 hezar û 700 kesan bidawî bûye û qonaxa şandina wan bo dadgehên tawanan dest pê kiriye. Li gorî daxuyaniya Encûmenê, di lêpirsînan de gelek serkirde û çekdarên xeternak hatine eaşkerekirin û zanyariyên nû derbarê tawanên hovane yên li dijî pêkhateya Êzidî bidest ketine.
Herwiha hat ragihandin, di encama lêkolînan de welatiyekî Fînlandî û yekî Amerîkî radestî welatên wan hatine kirin û heft girtiyên Iraqî jî hatine berdan. Di heman demê de rêkarên azadkirina 457 girtiyên xelkê Sûriyeyê di qonaxa temambûnê de ne, ji ber ku ti tawan an belgeyeke piştrastkirî li ser wan nehatiye dîtin.