Herêma Kurdistanê daxwaza para xwe ji deynên navdewletî yên Iraqê dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokatiya Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê sê wezaret raspartin da ku li ser projeyasaya federalî ya taybet bi deyn, alîkarî û bexşên navdewletî, têbînî û nêrînên yasayî amade bikin, bi mebesta misogerkirina par û mafên darayî yên Herêma Kurdistanê.

Fermangeha Medya û Zanyariyê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de ragihand, Serokatiya Encûmena Wezîran bi nivîseke fermî ya bi jimare 11474 (ku di 13ê Îlona 2026an de derketiye), her sê wezaret, Dad, Darayî û Aborî û Plandananê raspartine, da ku projeyasayên hikûmeta federal ên girêdayî deyn û bexşînan bi hûrbînî ji aliyê yasayî û destûrî ve binirxînin.

Li gorî agahiyên Fermangeha Medya û Zanyariyê, ev pêngav bi armanca desteberkirina maf û şayisteyên darayî yên Herêma Kurdistanê hatiye avêtin. Di biryarê de bi taybetî tekezî li ser bicihanîna Madeya 106an a Destûra Iraqê hatiye kirin; li gorî vê xala destûrî, pêwîst e Herêma Kurdistanê para xwe ya dadwerane ji her deyn, bexş an alîkariyeke darayî ya navdewletî wergire ku Hikûmeta Federal a Bexdayê werdigire.

Di beşeke din a daxuyaniyê de hat bibîrxistin ku Herêma Kurdistanê di vegerandina deynên navdewletî û dayîna faîzên wan de her tim hevbeş û beşdar bûye; lewma mafekî rewa û destûrî ye ku di dema dabeşkirina deyn û koman de jî mafê Herêmê wek xwe were dayîn.

Di dawiyê de, Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê destnîşan kir ku ev projeyasa rasterast bandorê li ser mafên aborî û qanûnî yên xelkê Kurdistanê dikin û divê di tevahiya qonaxên gotûbêjkirin û pesendkirina van yasan de, bingehên sîstema federalî û pîvanên dadperweriyê li ber çavan bên girtin.