Dengê teqînekê li Hewlêrê hat bihîstin
Navenda Nûçeyan (K24) – Peyamnêrê Kurdistan24ê li Hewlêrê îro Yekşemê 20ê Îlona 2026ê, got ku dengê teqînekê li Hewlêrê hat bihîstin.
Peyamnêrê Kurdistan24ê herwiha got ku heta niha nayê zanîn ka sedema dengê wê teqînê çi ye.
Her li ser wî dengê ku li Hewlêrê hat bihîstin, Asayîşa Hewlêrê taybet ji Kurdistan24ê re ragihand ku heta lêkolîn neyên temamkirin, ti zanyar nayên belavkirin.