Sedema dengê teqînên Hewlêrê hat eşkerekirin
Navenda Nûçeyan (K24) – Çavkaniyeke ewlehiyê îro Yekşemê, 20ê Îlona 2026ê, taybet ji Kurdistan24ê re ragihand ku ew dengê hatiye bihîstin teqandina paşmayên teqemeniyan bûye, û ti êrîşeke dronî, mûşekî an jî teqîneke terorîstî nebûye.
Wê çavkaniyê herwiha got ku tenê parek ji paşmayên teqemeniyan hatiye teqandin.
Beriya demekê kêm dengê teqîneke bihêz li Hewlêrê û li nêzîkî Fermandariya Pêşmerge ya Hêzên Zêrevaniyê hatibû bihîstin.
Ji aliyê xwe ve, Dijeterora Kurdistanê belav kir ku dengê wan teqînên ku li sînorê Hewlêrê hatine bihîstin çalakiyên leşkerî û ewlehî bûne.
Dijeterora Kurdistanê herwesa ragihand: "Em hemî aliyan piştrast dikin ku dengê wan teqînên ku îro Yekşemê 20ê Îlonê li sînorê parêzgeha Hewlêrê hatine bihîstin rahênana leşkerî û çalakiyên ewlehiyê bûne û qet cihê metirsiyê nîne."