Li Qamişloyê êrîşî Hêzên Asayîşa Navxweyî hat kirin: Kuştî û birîndar hene
Navenda Nûçeyan (K24) – Peyamnêrê Kurdistan24ê li Qamişloyê got ku li ser rêya M4ê, timbêleke Hêzên Asayîşa Navxweyî, ku zêrevaniya tankerên petrolê dikir, rastî êrîşeke çekdarî hat; di encamê de kesek hat kuştin û sê kesên din jî birîndar bûn.
Peyamnêrê Kurdistan24ê li Qamişloyê Ekrem Salih îro Yekşemê 20ê Îlona 2026ê, eşkere kir ku timbêleke girêdayî Hêzên Asayîşa Navxweyî, ku erkê zêrevanîkirina tankerên petrolê dikir, li ser rêya sereke ya M4ê di navbera her du bajarên Qamişlo û Hesekê de rastî êrîşeke çekdarî bûye.
Peyamnêrê Kurdistan24ê amaje bi wê yekê jî kir ku ew timbêl ber bi parêzgeha Himsê ve diçû, û heta niha nasnameya êrîşberan nayê zanîn. Herwesa li gorî zanyaran, di encama wê gulebarankirina çekdarî de, kesek hat kuştin û sê kesên din jî birîndar bûne.