Kerkûk: Xalên kontrolê rêyê li veguhastina pirtûkên Kurdî yên dibistanan digirin

Newzad Mihemed
Newzad Mihemed

Navenda Nûçeyan (K24) – Rêveberê Embara Pirtûkan li Kerkûkê eşkere kir ku tevî hebûna nivîsarên fermî yên gişt dezgehên ewlehiyê, xalên kontrolê yên Kerkûkê bo dema pênc heta heft seetan rêyê li barhilgirên pirtûkên xwendina Kurdî digirin û daxwaza bertîlan dikin, ev jî di demekê de ye ku Wezarêta Perwerdeyê ya Herêma Kurdistanê mîlyonek û 200 hezar pirtûkên nû bo dibistanên wî bajarî şandine.

Rêveberê Embara Pirtûkan li Kerkûkê Newzad Mihemed îro Yekşemê, 20ê Îlona 2026ê, di daxuyaniyeke taybet de bo Kurdistan24ê nîgeraniya xwe ya zêde li ser reftara hêzên ewlehiyê yên di xalên kontrolê yên Kerkûkê de diyar kir û ragihand ku veguhastina pirtûkên xwendina Kurdî bo Kerkûkê rastî pirsgirêk û astengiyên mezin hatiye.

Newzad Mihemed ron jî kir ku barhilgirên wan li xalên kontrolê bo dema pênc heta heft seetan têne rawestandin, tevî ku mehekê beriya destpêkirina werzê xwendinê gişt rêkarên qanûnî temam kirine û destûra fermî ji Odeya Operasyonên Hevpar, Dezgeha Hewalgirî û Ewlehiya Niştimanî ya Îraqê wergirtine.

Navborî amaje bi wê yekê jî kir ku hêzên li nav xalên kontrolê heta nivîsarên fermî yên dewletê jî naxwînin û bi hênceta pişkinînê rêyê li derbazbûna wan digirin; û bi eşkerayî jî tekez kir ku armanca sereke ji van astengiyan tenê daxwazkirina pere û bertîlan e.

Rêveberê Embara Pirtûkan li Kerkûkê tekez kir ku ew wekî karmendên dewletê bi ti awayî bertîlan nadin ti kesekî, ji ber ku barê van timbêlan qaçax nîne, belkî pirtûkên pîroz ên zanist û perwerdeyê ne bo zarokên Kurd ên wî bajarî, da ku ji mafê destpêkê yê fêrbûnê bêpar nemînin.

Ev astengiyên xalên kontrolê di demekê de ne ku ji ber vegeriyana hejmareke gelek zêde ya xwendekaran ji xwendina Erebî bo xwendina Kurdî li Kerkûkê, Wezarêta Perwerdeyê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê pişka pirtûkan bo gişt dibistanên pişka Kurdî li wê parêzgehê bi awayekî berçav zêde kiriye.

Li gorî zanyarên Kurdistan24ê, bo sala nû ya xwendinê mîlyonek û 200 hezar pirtûkên nû ji aliyê Wezarêta Perwerdeyê ya Herêma Kurdistanê ve bo Kerkûkê hatine şandin, da ku gişt xwendekarên Kurd di tevahiya qonaxan de bê pirsgirêk û bi pirtûkên nû dest bi werzê xwendinê bikin.