Li Guwêrê zarokek ketiye nav bîreke 25 metreyî; bizavên rizgarkirinê berdewam in
Navenda Nûçeyan (K24) – Di rûdanekê de li sînorê nahiyeya Guwêrê, zarokeke sêsalî ket nav bîreke hişk ku kûrahiya wê nêzîkî 25 metreyan e; niha jî tîmên bergiriya şaristanî, dezgehên ewlehiyê û şêniyên deverê bizavê dikin ku wê rizgar bikin.
Li gorî zanyarên peyamnêrê Kurdistan24ê, navê wê zarokê Hacer Mihemed Hesen e, ji malbateke Ereb e û şêniya gundê Şeraîhê yê girêdayî nahiyeya Guwêrê ye. Ev rûdan berî nêzîkî sê saetan çê bûye, dema ku zarok kete nav wê bîrê, ku kûrahiya wê gehiştiye 25 metreyan û bi wê sedemê di nav de asê bûye.
Li gorî gotina şahidan, beriya gehiştina tîmên rizgarkirinê, kêsûkarên wê zarokê û şêniyên wî gundî sê caran bi rêya werîsan bizava derxistina wê kiriye, lê ji ber ku jiyê wê piçûk e neşiyaye werîsî baş bigire; lewma di demekê de ku tenê 5 heta 6 metreyan mabûn ku gehiştiba derê, dîsa ket xwarê û ev yek bû sedem ku rewş hêstiyartir û aloztir bibe.
Niha tîmên rizgarkirinê yên girêdayî Rêveberiya Berevaniya Şaristanî ya Hewlêrê mil bi milê hêzên ewlehî, polîs û xelkê wî gundî gehiştine cihê wê rûdanê û mijûlî bicihanîna planeke taybet in bo derxistina wê zarokê bi saxlemî.