Zaroka ketibû bîra Guwêrê jiyana xwe ji dest da
Navenda Nûçeyan (K24) – Rêveberê Ragihandina Tenduristiya Hewlêrê Saman Selman ji Kurdistan24ê re ragihand: “Keça çarsalî, ya ku ji bîra sînorê Guwêrê hatibû derxistin, xeniqî bi nexweşxaneya Rojavayê Hewlêrê re hat gehandin.”
Ji aliyê xwe ve, Rêveberê Kiryarên Pizîşkî li Tenduristiya Hewlêrê Rêzan Enwer îro Yekşemê, 20ê Îlona 2026ê, ji Kurdistan24ê re got: “Ew zarok mirî bi nexweşxaneya Rojava re hat gehandin û niha jî cenazeyê wê bo pizîşkiya dad tê şandin.”
Di rûdanekê de li sînorê nahiyeya Guwêrê, zarokeke çarsalî ket nav bîreke hişk ku kûrahiya wê nêzîkî 25 metreyan e; paştir tîmên berevaniya şaristanî, dezgehên ewlehiyê û şêniyên deverê bizavê kir ku ew rizgar kiriba.
Li gorî zanyarên peyamnêrê Kurdistan24ê, navê wê zarokê Hacer Mihemed Hesen e, ji malbateke Ereb e û şêniya gundê Şeraîhê yê girêdayî nahiyeya Guwêrê ye. Ev rûdan berî çend saetan çê bûye.
Li gorî gotina şahidan, beriya gehiştina tîmên rizgarkirinê, kêsûkarên wê zarokê û şêniyên wî gundî sê caran bi rêya werîsan bizava derxistina wê kir, lê ji ber ku jiyê wê piçûk bû neşiyabû werîsî baş bigire; lewma di demekê de ku tenê 5 heta 6 metreyan mabûn ku gehiştiba derve, dîsa ket xwarê û ev yek bû sedem ku rewş aloztir bibe.
Paştir tîmên rizgarkirinê yên girêdayî Rêveberiya Berevaniya Şaristanî ya Hewlêrê mil bi milê hêzên ewlehî, polîs û xelkê wî gundî gehiştin cihê wê rûdanê û mijûlî bicihanîna planeke taybet bûn bo derxistina wê zarokê bi saxlemî.