Li başûrê Helebê komgeheke çekan teqiya

Navenda Nûçeyan (K24) – Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirovan (SOHR) ragihand, zincîreyek teqînên bihêz devera El-Îs a li gundewarê başûrê parêzgeha Helebê hejandiye. Li gorî zanyariyên destpêkê, bûyer ji ber teqîna depoyeke çek û cebilxaneyê rû daye.

Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirovan diyar kir, berbanga îro 21ê Îlona 2026an, dengê çend teqînên bihêz û li pey hev li devera El-Îs hatiye bihîstin.

Li gorî zanyariyên destpêkê, teqîn di nava depoyeke cebilxaneyê de çêbûye. Derbarê ziyana madî û canî de jî zanyariyên piştrast li ber dest nînin û lêkolîn li ser sedem û çawaniya rûdana bûyerê berdewam dikin.

SOHRê amaje bi wê yekê jî kir, ev teqîn piştî zincîreyek bûyerên heman rengî tê ku di nava çend hefteyên borî de li herêmên cuda yên Sûriyeyê rû dane û di encama wan de bi dehan kes hatine kuştin û birîndarkirin.

Di vê çarçoveyê de, roja 18ê Îlonê jî li bajarokê Eyyaş ê li rojavayê Dêrezorê, depoyeke çekan a ser bi Wezareta Parastinê ve teqiyabû; di encama wê teqînê de 11 endamên wezaretê canê xwe ji dest dabûn û 10 kesên din jî birîndar bibûn.