Serok Barzanî: Mamosteyên olî her tim çepereke bihêz a parastina mafên Kurdistanê bûne

Navenda Nûçeyan (K24) – Serok Mesûd Barzanî bi helkefta 56emîn salvegera damezrandina Yekîtiya Zanayên Ola Îslamî ya Kurdistanê peyameke pîrozbahiyê belav kir û rola dîrokî ya mamosteyên olî di xebat û şoreşa gelê Kurdistanê de bilind nirxand.

Serok Barzanî di peyama xwe de pîrozbahiyên xwe yên germ arasteyî serok, endamên mekteba cîbicîkar, encumena navendî ya Yekîtiya Zanayan û hemû mamosteyên ola pîroz a Îslamê li Kurdistanê kir.

Serok Mesûd Barzanî amaje bi dîroka damezrandina vê saziyê kir û got: "Damezrandina Yekîtiya Zanayên Ola Îslamî ya Kurdistanê li ser raspardeya Barzaniyê Nemir, biryareke dîrokî bû ji bo bihêzkirina rola mamosteyên olî di şoreş û xebata gelê me de."

Herwiha Serok Barzanî tekezî li ser rola mamosteyên olî di parastina welat de kir û diyar kir: "Mamosteyên olî her tim çepereke bihêz a berevanîkirina li mafên rewa yên gelê Kurdistanê û kûrkirina hizra niştimanperweriyê bûne; wan peyama xwedênasîn, dîndarî, lêborînî, nermrêyî û pêkvejiyanê belav kiriye."

Di dawiya peyama xwe de, Serok Barzanî rêz û pêzanînên xwe yên bêsînor ji bo xebat, mandîbûn û qurbaniyên mamosteyên olî yên di borî û niha de anî ziman û hêviya serkeftin û berdewamiyê ji bo wan xwest di bicihanîna vê peyama pîroz û rêberîkirina civakê de.