Zaxo bi çendîn projeyan, pêncemîn salvegera îdarebûna xwe pîroz dike
Navenda Nûçeyan (K24) – Bi çavdêriya Îdareya Serbixwe ya Zaxoyê û bi hevkariya Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê, îro li kampusa Zanîngeha Zaxoyê, 2emîn Pêşangeha Navdewletî ya Bazirganiyê deriyên xwe vekir. Ev çalakî hevdem e ligel pêncemîn salvegera ragihandina Zaxoyê wekî îdareyeke serbixwe, ku bi vekirina çendîn projeyên xizmetguzariyê tê pîrozkirin.
Pêşangeha Navdewletî ya Bazirganiyê îro 21ê Îlona 2026an bi fermî dest pê kir û dê heta 24ê Îlonê berdewam bike. Deriyên pêşangehê rojane ji saet 10:00ê sibehê heta 19:00ê êvarê li pêşiya serdanker û welatiyan vekirî ne.
Di pêşangehê de, zêdetirî 100 kompanyayan di sektorên xurek, avahîsazî, teknolojî û otomobîlan de beşdar bûne. Ji vê hejmarê, ji sedî 60 kompanyayên biyanî yên ser bi 20 welatan in û ji sedî 40 jî kompanyayên navxweyî ne. Armanca sereke ya vê pêşangehê, afirandina derfetên nû yên kar û xurtkirina peywendiyên bazirganî yên di navbera kompanyayan de ye, nemaze ku Zaxo deriyê sereke yê bazirganiya Herêma Kurdistanê û Iraqê ye ber bi Tirkiye û Ewropayê ve.
5 saliya rêveberiya serbixwe û mizgefteke nûjenkirî
Hevdem, îro pênc sal di ser biryara bûn bi îdareya serbixwe ya Zaxoyê re derbas dibin, ku di serdema Kabîneya Nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê de biryara wê hatibû dayîn.
Di çarçoveya rêûresmên vê salvegerê de, îro êvarê li qonaxa duyem a Kornîşa Zaxoyê, Mizgefta Hacî Îbrahîm bi fermî tê vekirin. Ev mizgeft ku berê metirsiya hilweşînê li ser hebû, bi hevkariya xêrxwazan û hikûmetê bi awayekî modern û şêwazekî nûjen hat nûjenkirin û ji bo nimêjkeran amade bûye.
Destkeft û projeyên 5 salên borî li Zaxoyê
Li gorî amarên fermî, di nava van pênc salan de li sinorê Îdareya Serbixwe ya Zaxoyê guhertinên berbiçav çêbûne:
- Projeyên giştî: 355 projeyên cuda yên xizmetguzariyê bi dawî bûne û 9 projeyên din jî di bin cîbicîkirinê de ne.
- Rê û pir: Rêjeya qîrkirinê bi rêjeya %65 bilind bûye û niha asta giştî ya qîrkirina kolan û rêyên Zaxoyê gihîştiye %95an.
- Ava vexwarinê: Ji bo dabînkirina pêdiviya taxan bi ava paqij, 38 bîrên nû yên ava vexwarinê hatine lêdan.
- Perwerde: 12 dibistanên nû hatine avakirin û 73 dibistanên din li navenda Zaxoyê hatine نûjenkirin.
- Tenduristî: Bo cara yekemîn Nexweşxaneya Zarokan hat damezrandin û li Nexweşxaneya Zaxoyê navendeke destnîşankirina zûdemî ya nexweşiya şêrpenceyê hat amadekirin ku di demeke nêz de dikeve xizmetê.
- Jîngeh: 18 baxçe û parkên nû hatine çêkirin; bi vê gavê rêjeya rûbera keskatiyê ku berê tenê %1 bû, bo %12an hatiye zêdekirin.