Serokwezîr sersaxiyê li Şêx Mihemed bin Raşid Al Mektûm û gelê Îmaratê dike
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîr Mesrûr Barzanî, ji ber koça dawî ya Şêx Ehmed bin Raşid Al Mektûm, peyameke sersaxiyê arasteyî Cîgirê Serokê Dewleta Îmaratê û Hakimê Dubayê kir û hevxemiya xwe ji bo hikûmet û gelê Îmaratê derbirî.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 21ê Îlona 2026an, ji ber koça dawî ya Şêx Ehmed bin Raşid Al Mektûm, peyameke sersaxî û hevxemiyê arasteyî Şêx Mihemed bin Raşid Al Mektûm Cîgirê Serokê Dewleta Îmaratê û Hakimê Dubayê, herwiha serkirdayetî, hikûmet û gelê Dewleta Mîrnişînên Yekbûyî yên Erebî (Îmarat) kir.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê di peyama xwe de ku li ser tora civakî ya Xê belav kiriye, xem û dilgiraniya xwe ya kûr ji bo vê koça biêş anî ziman û ragihand: "Em ji kûrahiya dil hevxemiya xwe ji bo vê koçê dubare dikin û ji Xwedayê Mezin dixwazin ku xwedêjêrazî bi rehma xwe şad bike û bixe bihişta xwe ya berfireh."
Di dawiya peyama xwe de jî, Mesrûr Barzanî hêviya sebir û aramiyê ji bo malbata Al Mektûm, kesûkar û hezkiriyên xwedêjêrazî xwast.