Hollanda pîrozbahiyê li yekgirtina Hêzên Pêşmerge dike
Navenda Nûçeyan (K24) – Konsulxaneya Hollandayê li Hewlêrê bi daxuyaniyekê piştevaniya xwe ya temam ji bo proseya yekxistina Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê nîşan da û tekez kir, ew bi beşdarbûn û rola xwe ya di vê erkê girîng de serbilind in.
Konsulxaneya Hollandayê îro 21ê Îlona 2026an, pîrozbahî li avêtina vê gava nû kir û diyar kir: "Hêzeke Pêşmerge ya yekgirtî, pîşeyî û nepartî, dê erkê xwe yê parastina gelê Kurdistanê û hemû Iraqê bi awayekî baştir û xurtir bicih bîne."
Ev helwesta Hollandayê piştî wê yekê tê, îro di merasîmeke fermî de bi serpereştî û beşdariya Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Wezîrê Pêşmerge Şoreş Îsmaîl, bidawîhatina serkeftî ya proseya yekxistina temam a Hêzên Pêşmerge di bin banê Wezareta Pêşmerge de hatibû ragihandin.