Zekeriya Yapicîoglu: Çek li pêş çareseriyê asteng e; êdî vegera ji vê proseyê nîne

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Giştî yê Partiya Doza Azad (Huda Par) Zekeriya Yapicîoglu ragihand, divê çareserî li ser zemîna siyasî û bi rêbazên aştiyane be û tekez kir ku serdema tundiyê bidawî dibe û êdî vegera ji proseya çareseriyê nîne.

Zekeriya Yapicîoglu li bajarê Batmanê beşdarî 5emîn Kongreya Şaxa partiya xwe bû û di axaftina xwe de li ser qonaxa nû û çareseriyê diyar kir, êdî proseya rasteqîn ji vir û pê ve dest pê dike.

Serokê Giştî yê Huda Parê bal kişand ser hewldanên ji bo çekdanînê û got: "Serdema tundiyê bi dawî dibe. Kevana tundiya çil salan êdî tê girtin. Di navbera aliyan de hevtêgihîştinek heye ku divê êdî çek û tundî ji rojevê derkevin. Çek û tundî qet ne rêya çareseriyê ne, berovajî vê yekê, çek li pêşiya çareseriyê astengiya herî mezin e."

Yapicîoglu da zanîn ku ev mijar ji du rûyan pêk tê û got: "Du aliyên vê mijarê hene; ya yekem bidawîkirina tundiyê ye, ya duyem jî ji nû ve avakirina biratiyê di eniya navxweyî de ye, wate proseya biratî û demokrasiyê."

Her wiha Serokê Huda Parê bal kişand ser pesendkirina yasaya pêwendîdar a li parlamentoyê û got: "Di parlamentoyê de bi dengekî rekor, bi 467 dengan yasa hate qebûlkirin. Piştî vê erêkirinê, êdî vegera ji vê proseyê nîne, vegera bo tundiyê tune ye û jibîrkirina sozên hatine dayîn nîne. Bi îzna Xwedê li pêş me rûpeleke nû vedibe û rûpela tundiyê bi carekê tê girtin."