Mesrûr Barzanî: Pêşmerge sembola xebatê û çavkaniya serbilindiya Kurdistanê ye

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê di peyamekê de bidawîhatina proseya yekxistina Hêzên Pêşmergeyan bi rengekê serkeftî ragihand û amaje da ku Pêşmerge sembola xebatê û çavkaniya serbilindiya Kurdistanê ye, herwesa tekez jî kir ku qonaxa paşerojê dê girêdayî dabînkirina çekên pêşketî û bihêzkirina berevaniya asmanî ya wê hêzê be.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro Duşemê, 21ê Îlona 2026ê, li ser tora civakî ya Xê bi helkefta yekxistina Hêzên Pêşmergeyan peyamek belav kir û tê de nivîsî: "Pêşmerge tenê hêzeke çekdarî ya leşkerî nîne, belku sembola xebat û qurbanîdanê û nasnameya têkoşîna xelkê Kurdistanê û çavkaniya serbilindî û rûmeta her Kurdistaniyekî ye."

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê amaje jî daye ku îro ji bo Kurdistanê û ji bo Pêşmergeyan rojêke dîrokî ye, ku xweşbextane proseya yekxistin û rêkxistina Hêzên Pêşmergeyan bi rengekê serkeftî gehişt encamê.

Mesrûr Barzanî herwesa gotiye: "Ev yekgirtin, qonax û gava yekê ya proseyeke dûr û dirêj e û qonaxa paşerojê gelek girîngtir e, ku qonaxa bihêzkirina şiyanên leşkerî, dabînkirina çekên pêşketî, berevaniya asmanî û pêşxistina tevalî ya Pêşmergeyan e."