Konsulê Rûsyayê yekxistina hêzên Pêşmergeyan li Mesrûr Barzanî pîroz kir

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê pêşwazî li Konsulê Giştî yê Rûsyayê kir, bi helkefta bidawîhatina erkên wî li Herêma Kurdistanê, Konsulê Giştî yê Rûsyayê pesna çaksaziyên kabîneya nehê kir û yekxistina Hêzên Pêşmergeyan li Serokwezîr pîroz kir, Serokwezîr jî spasiya bizavên wî di pêşxistina peywendiyên dualî de kir.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê îro Duşemê, 21ê Îlona 2026ê, ragihandinek belav kir û tê de amaje da ku Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwazî li Konsulê Giştî yê Rûsyayê Maxim Rubin kir, bi helkefta bidawîhatina erkê wî yê dîplomatî li Herêma Kurdistanê.

Li gorî wê daxuyaniyê, Konsulê Giştî yê Rûsyayê spasiya piştgirî û hevahengiyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê bo biserxistina erkê xwe kir, herwesa pesna çaksaziyên kabîneya nehê di kertên cuda cuda de kir û ji bo yekxistina Hêzên Pêşmergeyan jî destxweşî û pîrozbahî li Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê kirin.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê herwesa spasiya Konsulê Giştî yê Rûsyayê kir, ji ber karkirina wî pêxemetî zêdetir pêşxistina peywendiyên Rûsyayê ligel Herêma Kurdistanê û hêviya serkeftinê jî di erkê wî yê paşerojê de bo wî xwest.