Şêwirmendê Ewlehiya Neteweyî ya Iraqê yekxistina Hêzên Pêşmergeyan pîroz dike
Navenda Nûçeyan (K24) – Şêwirmendê Serokwezîrê Îraqê Qasim Arecî yekxistina Hêzên Pêşmergeyan pîroz kir û tekez kir ku ev gav piştevaniya serweriya qanûnê û yekgirtina biryara ewlehiya neteweyî dike.
Şêwirmendê Serokwezîrê Iraqê Qasim Arecî îro Duşemê, 21ê Îlona 2026ê, li ser tora civakî ya "X"ê peyameke pîrozkirinê arasteyî Hêza Pêşmergeyan kir.
Arecî di peyama xwe nivîsiye: "Ez pîrozbahiyê li gelê Îraqê, Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hêza Pêşmergeyan dikim, bi helkefta yekxistina hêzên Pêşmergeyan di çarçoveyeke dezgehî de û di bin fermandariyeke yekgirtî ya leşkerî de."
Şêwirmendê Serokwezîrê Iraqê herwiha amaje daye: "Ev gavek e bo pêşxistina sîstema pîşeyî ya ewlehiya neteweyî, ku destûr û serweriya qanûnê bihêztir dike."
Navborî herwesa gotiye: "Em vê gavê wekî tevlîbûneka di vizavên dewletê de bo çespandina biryara çek di destê dezgehên destûrî de bin û bicihanîna qanûnê û pêşxistina yekgirtinê di navbera hêzên federalî û Pêşmergeyan de bi nirx dibînin, bi vî rengî jî em serweriya Îraqê, ax û ewlehiya welatiyan diparêzin."
Ev jî di demekê de ye ku îro di merasîmeka fermî de bi tevlîbûna Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Wezîrê Pêşmerge Şoriş Îsmaîl, proseya yekxistina Hêzên Pêşmergeyan birêve çû.
Nêçîrvan Barzanî di wê merasîma yekxistina Hêzên Pêşmergeyan de gotarek pêşkêş kir û got: "Berdewamiya van bizavan bo sala 2016ê vedigere, dema ku Serok Barzanî proseya çaksaziyê di Wezareta Pêşmerge de dest pê kir." Herwesa got ku ev di demekê de bû ku Hêza Pêşmergeyan di bin fermandariya Cenabê Serok de efsaneya DAÎŞê şikand.