Serokerkanê Artêşa Iraqê ji bo yekalîkirina rewşa ewlehiyê gihişt Şingalê

Navenda Nûçeyan (K24) – Komîteyeke bilind a ewlehiyê bi serokatiya Serokerkanê Artêşa Iraqê Ebdulemîr Reşîd Yarallah, îro 22ê Îlona 2026an gihişte qezaya Şingalê.

Jêderekî agahdar ku nexwest navê wî were aşkerekirin da zanîn, armanca serdana vê şandê, şopandina rasteqîne ya dawîn pêşhateyên ewlehiyê yên li Şingalê ye.

Li gorî zanyariyan, komîteya leşkerî ligel fermandar û hêzên çekdar, ji wan Yekîneyên Berxwedana Şingalê (YBŞ), Yekîneyên Jinên Şingalê (YJŞ) û hejmarek komên din dicive

Di civînan de mekanîzmayên rêxistinkirina nû ya dosyeya ewlehiyê û awayê radestkirina çekan ji bo saziyên dewleta Iraqê tên gotûbêjkirin.

Ev tevgera serbazî piştî wê daxuyaniya fermî ya 11ê Îlonê ya Serokwezîr û Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar Elî Zeydî tê, ku tê de hatibû aşkerekirin komên ser bi "Eniya Berxwedanê" li Şingalê dê çekên xwe radestî dewletê bikin û Çiyayê Şingalê jî bi temamî dikeve bin kontrola saziyên îdarî û ewlehiyê yên hikûmeta federal.

Serokwezîrê Iraqê biryara pêkanîna komîteyeke bilind daye da ku raporeke giştgir li ser rewşa ewlehî û xizmetguzariyê ya Şingalê amade bike. Ev komîte dê rewşa endamên YBŞê birêxistin bike û ew kesên mercên pêwîst li cem wan hebin, li gorî çarçoveyeke qanûnî dê di nava dezgehên fermî yên ewlehî û xizmetguzariyê yên dewletê de werin damezrandin.

Ligel van pêngavan, ji bo misogerkirina aramiya mayînde li qezaya Şingalê, çendîn pirsên din ên sereke di rojevê de ne; ji wan lezkirina proseya avedankirinê, qerebûkirina kesên ziyandîtî, peydakirina mercên baş ji bo vegera awareyan, û her wiha yekxistina biryara ewlehiyê û bidawîanîna li pirnavendiya hêzan li Şingalê.