Serokwezîr û Konsulê Almanyayê pêşxistina peywendiyên xwe gotûbêj dikin
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 22yê Îlona 2026an, pêşwazî li Konsulê Giştî yê nû yê Almanyayê yê li Herêma Kurdistanê Christian Oelfke kir.
Li gorî daxuyaniya fermî ya civînê, Serokwezîr Mesrûr Barzanî tevî pîrozkirina destbikarbûnê, piştgiriya Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî bo biserxistina erkê wî tekez kir.
Konsulê Giştî yê nû yê Almanyayê, tekezî li ser pêşxistina peywendiyên di navbera Almanya û Herêma Kurdistanê de di warên cihêreng de kir.
Di beşeke din a hevdîtinê de, derbarê rewşa giştî ya Herêma Kurdistanê, Iraq û navçeyê de gotûbêj hatin kirin.