Serok Barzanî pêşwazî li şandeke Senatoya Fransayê kir

Navenda Nûçeyan (K24) – Serok Mesûd Barzanî îro 22yê Îlona 2026an, pêşwazî li şandeke Encûmena Pîran a Fransayê kir ku ji her sê senatoran; Seroka Komîteya Dostaniya Fransa - Iraqê Nicole Duranton, û endamên komîteyê Remi Feraud û Olivier Bitz pêk dihat. 

Di hevdîtinê de, ku Konsulê Giştî yê Fransayê yê li Hewlêrê Balyoz Emmanuel Mignot jî amade bû, tekezî li ser xurtkirina peywendiyên dîrokî yên di navbera Herêma Kurdistanê û Fransayê de û parastina aramiya navçeyê hat kirin.

Şanda mêvan pêzanînên xwe ji bo rola dîrokî ya Serok Barzanî di xebata rizgariya gelê Kurdistanê, avakirina saziyên Herêmê, fermandariya Hêzên Pêşmerge û têkşikandina terorîstên DAIŞê de nîşan dan. Herwiha rola Serok Barzanî ya di çespandina bingehên aramî û pêkvejiyanê de li Kurdistan, Iraq û navçeyê bilind nirxandin.

Senatorên Fransî tekez kirin, têkiliyên di navbera Fransa û Herêma Kurdistanê de peywendiyeke dîrokî, siyasî, çandî û kûr e; herwiha gel û hikûmeta Fransayê her tim bi çavê rêzê li tekoşîn, qurbanîdan û hewldanên gelê Kurdistanê yên bo demokrasî û pêkvejiyanê dinêrin.

Ji aliyê xwe ve, Serok Mesûd Barzanî bi germî bixêrhatina şanda mêvan kir û kurteyek li ser dîroka peywendiyên herdû gelan pêşkêş kir. Serok Barzanî bal kişand ser hevkariyên Fransayê di serdema Şoreşa Îlonê, serhildana 1991ê, hewlên Parîsê bo derxistina Biryara 688 a Encumena Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî bo parastina gelê Kurdistanê, piştevaniya bo Pêşmerge di şerê li dijî terorê de, serdanên Serok François Hollande û Serok Emmanuel Macron bo Kurdistanê û her wiha binavkirina cadeyeke li Parîsê bi navê "Pêşmerge". Serok Barzanî destnîşan kir, hemû ev rawestgeh belgeyên zindî yên dostaniya xurt a navbera her du gelan in.

Di beşeke din a hevdîtinê de, rewşa siyasî û dawîn geşedanên li navçeyê hatin nirxandin. Serok Barzanî tekez kir ku Herêma Kurdistanê di ti qonaxekê de nebûye sedema şer û girjiyan û got: "Kurdistan ti carî ne beşek ji aloziyan e, belkî her tim parçeyek e ji çareseriyê."

Derbarê rewşa giştî ya Iraqê de jî, Serok Barzanî da zanîn ku ew berdewam in di piştgirîkirina Serokwezîrê Iraqê de bo cîbicîkirina destûrê û prensîbên hevparî, lihevkirin û hevsengiyê, bi awayekî ku saziyên dewletê û aramiya welêt werin parastin.