Serokerkanê Artêşa Iraqê pîrozbahî li yekxistina Hêzên Pêşmerge kir

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokerkanê Artêşa Iraqê bi boneya ragihandina yekxistina Hêzên Pêşmerge, pîrozbahî li fermandar, efser û tevahiya Pêşmergeyan kir û tekezî li ser giringiya berdewamiya hevahengiya leşkerî ya di navbera Artêşa Iraqê û Pêşmerge de kir.

SerokErkanê Artêşa Iraqê Ferîq Rukn Ebdulemîr Reşîd Yarallah îro 22yê Îlona 2026an, bi boneya yekxistina Hêzên Pêşmerge peyameke pîrozbahiyê arasteyî fermandar û endamên Pêşmerge kir û ev pêngav wek rawestgeheke girîng a di rêbaza yekxistina hewlên serbazî û bihêzkirina pergala ewlehiyê ya Iraqê de binav kir.

Serokerkanê Artêşa Iraqê da xuyakirin, ev pêngav di çarçoveyeke sazûmanî ya yekgirtî de ye û dê bibe stûneke sereke ji bo zêdekirina şiyanên bergiriyê, herwiha tekezkirinek e li ser yekîtiya saziyên leşkerî û ewlehiyê di parastina welat, xelkê sivîl û rûbirûbûna metirsiyan de.

Bi heman boneyê, Wezareta Bergiriyê ya Iraqê bal kişand ser berdewamiya hevahengî û hevkariya di navbera Hêzên Çekdar ên Iraqê û Hêzên Pêşmerge de wek beşekî bingehîn û resen ê pergala bergiriya niştimanî ya Iraqê. Herwiha amaje bi wê kir ku her du hêzan di şerên rizgarkirinê de nîşan dan ku dikarin di heman çeperê de mil bi mil li dijî terorê xak û welatiyên Iraqê biparêzin.

Di beşeke din a peyamê de, Ferîq Rukn Yarallah pêzanînên xwe ji bo hewlên serkirdayetiya siyasî û serbazî ya Herêma Kurdistanê nîşan dan, bi taybetî ji bo rola Serok Mesûd Barzanî, Nêçîrvan Barzanî, Mesrûr Barzanî, Qubad Talebanî, Şoreş Îsmaîl û Ferîq Rukn Îsa Ezîz ên di yekxistina Hêzên Pêşmerge û bilindkirina şiyanên wan ên leşkerî de.

Serokerkanê Artêşa Iraqê herwiha hêvî xwast ku hevahengî û hevkariyên hevbeş hîn zêdetir bibin, da ku xizmeta berjewendiyên bilind ên Iraqê bikin û bibin sedema çespandina aramî û seqamgiriya mayînde li seranserê welêt.