Sîpan Şêrwanî: Me ji bo daxistina nirxê benzînê hejmarek pêşniyar dane Hikûmeta Iraqê
Navenda Nûçeyan (K24) – Komîteya taybet a Parlamentoya Iraqê ya derbarê dosyeya sotemeniyê de civiya û pakêteke pêşniyaran amade kir ku tê de tê xwastin nirxê benzînê li Herêma Kurdistanê mîna parêzgehên din ên Iraqê lê were daxistin.
Komîteya demkî ya Parlamentoya Iraqê ya ji bo çareserkirina kêşeya sotemeniyê û bersivdana pêşniyarên Wezareta Neftê ya federal û Wezareta Samanên Xwezayî ya Herêma Kurdistanê li Bexdayê, îro 22yê Îlona 2026an civiya.
Endamê Komîteya Neft û Gazê ya Parlamentoya Iraqê ji fraksiyona PDKê Sîpan Şêrwanî, ji peyamnêrê Kurdistan24ê re aşkere kir, civîna komîteya bidawî bûye û hemû encam û raspardeyên pêwîst hatine tomarkirin; biryar e sibe çarşemê, 23yê Îlonê, di konferanseke rojnamevaniyê de ji raya giştî re werin aşkerekirin.
Sîpan Şêrwanî tekez kir, hemû pêşniyar rasterast di berjewendiya welatiyên Herêma Kurdistanê de ne û du rêçareyên sereke li pêş hikûmeta federal danîne:
- Dabînkirina sotemeniya amade: Kompaniya Belavkirina Berhemên Neftî ya Iraqê, bi heman pîvan û nirxê erzan ê parêzgehên din, benzîn û sotemeniyê rasterast ji bo Herêma Kurdistanê dabîn bike (li hember wê pişka 50 hezar bermîlên neftê).
- Lixwegirtina lêçûnên parzûnkirinê: Eger pişka nefta xav ji bo Herêma Kurdistanê were zêdekirin, divê Wezareta Neftê ya Iraqê hemû lêçûnên berhemanîn û parzûnkirinê li xwe bigire, da ku benzîn bi heman nirxê herêmên din bigihîje destê xelkê Herêmê.
Şêrwanî di dewama axaftina xwe de got: "Di her du rewşan de jî, çi berhemên parzûnkirî werin şandin çi nefta xav, divê Wezareta Neftê ya Iraqê bi şêweyekî dabîn bike ku nirxê wê mîna parêzgehên din ên Iraqê be. Gava ev pêngav were avêtin, Wezareta Samanên Xwezayî ya Herêmê jî bi temamî pabend dibe ku sotemeniyê bi heman nirxê xelkê li parêzgehên Iraqê werdigirin, li ser welatiyan dabeş bike."
Ev çend sal in nirxê benzîn û sotemeniyê li Herêma Kurdistanê li gorî parêzgehên naverast û başûrê Iraqê bi awayekî berbiçav cudatir û bihatir e. Hikûmeta federal a Iraqê mehane piştgiriyeke mezin a darayî dide kerta sotemeniyê, ku ev yek dibe sedem nirxê benzînê li Bexda û deverên din kêm be; lê ji ber ku ev hevkariya darayî Herêma Kurdistanê li xwe nagire, nirxê benzînê li Herêmê bilind maye û barekî giran xistiye ser milê şofêr û welatiyan.