Zêrevanên deryayî yên Yewnanistanê 37 koçber ji xeniqînê rizgar kirin
Navenda Nûçeyan (K24) – Zêrevanên deryayî yên Yewnanistanê îro Sêşemê, 22ê Îlona 2026ê, ragihand ku wan 37 koçberên neqanûnî li kinarên wî welatî ji xeniqînê rizgar kirine.
Medyaya fermî ya Yewnanistanê belav kir ku zêrevanên deryayî di nav kelekeke çûpî de 37 koçber dîtine û hemî hatine rizgarkirin, paşê bo bicihanîna rêkarên qanûnî bo girava Krîtê hatine veguhastin, ku yek ji mezintirîn giravên Yewnanistanê ye û dikeve başûrê welatî.
Di derheqa hûrgiliyên wê operasyonê de hatiye ku piştî çavdêriya asmanî bi rêya dronên kompaniya Frontêksê, koçber bi dûrahiya 57 mîlan di navera deryaya başûrê girava Krîtê de hatine dîtin, yekser keştiyeke hêza zêrevanên deryayî bo rizgarkirina swarên keleka çûpî hat rêkirin û hemî bo girava Kala Lîmînasê hatine veguhastin.
Rojnamevanê xwecihê Yewnanistanê Piştiwan Caf ji Kurdistan24ê re ragihand, ew koçberên hatine rizgarkirin jinek û çar zelamên xelkê Etyopiyayê ne, ligel 28 zelamên xelkê Sûdanê û çar kesên din ên xelkê Misirê.