Koma Penaberan bo K24ê: Nûçeya xeniqîna koçberên Kurd nehatiye piştrastkirin
Navenda Nûçeyan (K24) – Koma Penaberên Vegeryayî yên Ewropayê radigehîne ku nûçeya binavbûna belemeka koçberan û xeniqîna hejmareka welatiyên Kurd li Deryaya Navîn, heta niha nehatiye piştrastkirin û ti çavkaniyeke fermî ya Îtalya an Lîbyayê piştrast nekiriye.
Serokê Koma Penaberên Vegeryayî yên Ewropayê Bekir Elî îro Sêşemê, 22ê Îlona 2026ê, di daxuyaniyekê de ji Kurdistan24ê re ragihand: “Ew nûçe û wêneyên di torên civakî de li ser xeniqîna koçberên Kurd li Deryaya Navîn hatine belavkirin ti belgeyeka fermî li pişt wan nîne û tenê gotgotkên medyaya civakî ne.”
Li ser gotgotka xeniqîna 18 koçberan di navbera peravên Lîbya û Îtalyayê de, ku tê gotin 10 ji wan kesan Kurd in û xwecihên sînorê Îdareya Raparînê ne, Bekir Elî tekez kir: Nabe li ser binyatê nûçeyên bêbelge, em dilê kêsûkarên koçberan nîgeran bikin; ne ji aliyê hikûmeta Lîbyayê û ne jî li bal desthilatdarên Îtalyayê ti belge nînin ku belemek binav bûbe an wan koçberan canê xwe ji dest dabe û hatibin nasîn, ji ber hinekê hemî ew tiştên tên belavkirin nûçeyên bêbelge ne.
Di pareka din a axaftina xwe de, Serokê Koma Penaberên Vegeryayî bal kişande ser rewşa koçberên Kurd li Lîbyayê û eşkera kir ku niha zêdetirî 200 koçberên Kurd di nav axa Lîbyayê de asê mane an çarenivîsa wan nediyar e.
Navborî zêdetir hûrgilî li ser wan koçberan diyar kirin û got: “Ji wê hejmarê 21 koçber bêserûşûn in, lê biryar e di dawiya vê heftiyê de an destpêka heftiya bê de 3 koçber bo Kurdistanê bên vegerandin, herwesa bizavên azadkirina 10 koçberên din berdewam in û em li benda vegerandina wan jî ne.”