Ji bo çareserkirina qeyrana kêmaviyê: Li Çemçemalê 18 bîrên nû ketin xizmetê

Navenda Nûçeyan (K24) – Bi armanca çareserkirina kêşeya kêmaviyê, li sînorê qezaya Çemçemalê 18 bîrên avê hatin amadekirin û xistin xizmeta welatiyan.

Rêveberiya Avê ya Çemçemalê ragihand, ew bîr ji aliyê tîmên teknîkî yên rêveberî û fermangehên avê ve hatine çalakkirin. Proje li ser budceya Komîsyona Hawarçûn û Vejandina Çemçemalê û bi buhayê 48 milyon dînarên iraqî hatiye cîbicîkirin.

Li gorî daxuyaniya Rêveberiya Avê, dabeşbûna bîran bi vî awayî ye: 8 bîr li nahyeya Tekyeya Kakemend, 6 bîr li nahyeya Şorîşê, 3 bîr li beşa avê ya Kanî Şeytanê û bîrek li nahyeya Şiwanê.

Rêveberiya Avê ya Çemçemalê tekez kir, piştî ketina kar a van bîran, qeyrana kêmaviyê li her sê nahyeyên navborî heta radeyeke baş çareser dibe.

Ji bo bilindkirina kalîteya ava vexwarinê û saxlemiya wê, Rêveberiya Avê ya Dihokê 30 butel û 65 kîlogram klor pêşkêşî Rêveberiya Avê ya Çemçemalê kir da ku di paqijkirina avê de bê bikaranîn.

Di heman demê de xebatên li ser Projeya Stratejîk a Avê ya Goptepe – Çemçemalê berdewam dikin û heta niha zêdetirî %50ê karên wê temam bûne.

Ev projeya mezin bi buhayê 70 milyar dînarên Iraqî tê encamdan û xwedî şiyan e ku di her saetekê de 3,400 metre sêcar ava paqij dabîn bike. Bi temambûna vê projeyê, dê zêdetirî 480 hezar kes li navenda bajarê Çemçemalê û nahyeyên derdora wê ji ava paqij a vexwarinê sûdmend bibin.