Li Herêma Kurdistanê hejmara qurbaniyên trafîkê bi rêjeya %70 kêm bûye
Navenda Nûçeyan (K24) – Li gorî amarên fermî yên Rêveberiya Trafîkê ya Hewlêrê û Wezaretên Navxwe û Tenduristiyê, li Herêma Kurdistanê hejmara qurbaniyên rûdanên trafîkê di heyama heşt salan de bi rêjeya %70 kêm bûye. Hejmara canjidestdanê di salên 2017-2018an de nêzîkî 300 kesî bû, lê di sala 2025an de daketiye 89 kesan.
Rayedarên herêmê vê serkeftinê vedigerînin ser plana çaksaziyê ya Kabîneya Nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi serokatiya Mesrûr Barzanî. Ev plan bi rêya danîna kamerayên çavdêriya lezê, başkirina binesaziya rêyan li gorî pîvanên navneteweyî, rêkxistin û tomarkirina hemû motorsîkletan û kêmkirina leza zêde ya ajotinê hatiye cibicîkirin.
Berdevkê Trafîka Hewlêrê Hêmin Hemedemîn ji Kurdistan24ê re ragihand, di sala 2025an de li sînorê Hewlêrê 555 rûdanên hatûçûnê hatine tomarkirin; di encamê de 78 kesan canê xwe ji dest dane û 576 kes jî birîndar bûne.
Li ser asta tevahiya Herêma Kurdistanê jî, Wezareta Tenduristiyê diyar kir ku di heman salê de 661 qurbanî (mirin û birîndar) hatine tomarkirin ku 510 ji wan peya û 151 jî jin bûne.