7 sal cezayê zîndanê li parlamentera Iraqî Aliye Niseyif hat birîn
Navenda Nûçeyan (K24) – Dadgeha Tawanên Rûbirûbûna Gendeliyê ya Navendî ya Iraqê, bi tometa bertîlxwarin û gendeliyê, 7 sal cezayê zîndanê li parlamentera Iraqî Aliye Niseyif birî û biryara standina zêdetirî 61 milyar dînarên Iraqî jê da.
Desteya Destpakiya Iraqê îro 23yê Îlona 2026an ragihand, Dadgeha Pispor a Tawanên Rûbirûbûna Gendeliyê ya Navendî, li gorî xala duyem a Madeya 19an ji Yasaya Desteya Destpakî û Qezenckirina Neyasayî (Hejmar 30 a sala 2011an a sererastkirî), 7 sal cezayê girtîgehê li parlamenter Aliye Niseyif Casim biriye.
Li gorî biryara dadgehê, Aliye Niseyif bi vegerandina hemû destkeftên neyasayî hatiye neçarkirin; ev qebare jî ji 14 milyar û 239 milyon û 590 hezar dînarên Iraqî ligel 12 milyon û 442 hezar û 500 dolarên amerîkî pêk tê.
Herwiha dadgehê li gorî xala çarem a heman madeyê, cezayekî diravî bi heman buhayê samanê neyasayî bi ser tometbarê de sepandiye, ku bi giştî digihêje zêdetirî 61 milyar dînarên Iraqî.
Ji bilî van biryaran, dadgehê li gorî xala pêncem a Madeya 19an, ji ber veşartina agahiyan di forma aşkerekirina saman û malûmilkên darayî de, 3 sal cezayê zîndana girankirî jî li Niseyifê birî. Dadgehê biryar da ku ji van biryaran cezayê herî giran bê cîbicîkirin û dest deynin ser hemû mal û milkên wê yên guhêzbar û neguhêzbar.
Desteya Destpakiya Iraqê aşkere kir, piştî pesendkirina biryarê û wergirtina pileya dawî ya qanûnî, mafê wan heye daxwaza qerebûkirina hemû ziyanên madî bikin. Ev pêngav di çarçoveya kampanyaya rûbirûbûna gendeliyê û şopandina samanên neyasayî de ye ku ji aliyê saziyên dadwerî yên Iraqê ve tê birêvebirin.