Encûmena Wezîran: Divê mafên Pêşmergeyan di budceyê de bên cîgirkirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê îro Çarşemê, 23ê Îlona 2026ê, bi serperiştiya Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û amadebûna Cîgirê Serokê Encûmena Wezîran Qubad Talebanî civiya. Di wê civînê de, çend mijarên girîng ên girêdayî yekkirina Hêzên Pêşmergeyan, daşkandina qerzên elektrîkê û rêkxistina çalakiyên aborî û bazirganî hatin nîqaşkirin.

Di para yekê ya wê civînê de, Wezîrê Karûbarên Pêşmerge raporteka berfireh li ser proseya rêkxistin û yekkirina Hêzên Pêşmergeyan di bin sîvana Wezareta Pêşmerge de pêşkêş kir û gav, plan û pêdivîtiyên qonaxa paşerojê zelal kirin.

Di wê raportê de behsa bizavên Hikûmeta Herêma Kurdistanê hat kirin, bo wekhevkirina mûçe, pile, dermale û mafên darayî yên Pêşmergeyan ligel hevtayên wan di dezgehên berevaniyê yên Hikûmeta Federalî de, herwesa cîgirbûna pêdivîtiyên darayî yên Wezareta Pêşmerge di çarçoveya xerciyên siyadî yên budceya federalî de, ji ber ku Hêza Pêşmerge pareka sîstema berevaniya Îraqê ye.

Sekreterê Encûmena Wezîran jî amaje da ku Herêma Kurdistanê bi rêya pişka xwe di budceya federalî de tevlî dabînikirina xerciyên siyadî de dike; lewma pêdivî ye mûçe, dermale, xerciyên mezaxtinê, hînkirin û çekdarkirina Pêşmergeyan di nav xerciyên siyadî yên budceya federalî de bên cîgirkirin.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî yekkirina Hêzên Pêşmergeyan wekî destkeftiyeka dîrokî û niştimanî bo Herêma Kurdistanê bi nav kir û tekez kir ku ev prose tenê rêkxistina yekeyên leşkerî nîne, belku proseyeka dezgehî ye bo avakirina artêşeka niştimanî ku armanca wê ya sereke berevanîkirina ji ax û xelkê Kurdistanê be. Herwesa tekez li ser parastina mafên darayî yên Pêşmergeyan jî kir.

Cîgirê Serokê Encûmena Wezîran Qubad Talebanî jî serkeftina wê proseyê pîroz kir û ew wekî destkeftiyeka niştimanî û dezgehî bi nav kir, herwesa tekez li ser berdewamiya çaksaziyê û pîşeyîkirina Wezareta Pêşmerge kir.

Encûmena Wezîran herwesa şanda bilind a danûstandinan a Herêma Kurdistanê jî raspart ku di danûstandinên budceya sala 2027ê de li ser bizavên xwe bo cîgirkirina mûçe û mafên Pêşmergeyan di xerciyên siyadî de berdewam be.

Di para duyê ya wê civînê de jî, encamên bicihanîna biryara daşkandina qerzên kevn ên elektrîkê hatin behskirin. Piştî raporta Wezîrê Elektrîkê, Encûmena Wezîran biryar da ku dema mifawergirtinê ji daşkandina qerzên elektrîkê yên kevn ji 24ê Îlona 2026ê heta 18ê Cotmeha 2026ê bê dirêjkirin, da ku welatî zêdetir bikarin mifayî jê werbigirtin.

Di para dawiyê ya civînê de jî, Encûmena Wezîran biryar da ku qanûna kompaniyên giştî ya hejmar 22 ya sala 1997ê ya guhartî li Herêma Kurdistanê bê bicihanîn, bi merema rêkxistina çalakiyên aborî û bazirganî û hevahengkirina çarçoveya qanûnî ligel qanûnên federalî yên Îraqê.