Parlamentereke Îraqê bi 10 salên zîndanê û 11 milyar dînaran hat cezakirin
Navenda Nûçeyan (K24) – Dadgeha Tawanên Girêdayî Berhingarbûna Gendeliyê, cezayê 10 salên zîndanê bo parlamentereke Îraqê birî û ew neçar kir ku zêdetirî 11 milyar dînaran bo xezîneya dewletê vegerîne.
Desteya Destpakiyê ya Îraqê îro Çarşemê, 23ê Îlona 2026ê, di daxuyaniyekê de ragihand ku Dadgeha Tawanan a Girêdayî Berhingarbûna Gendeliyê cezayê 7 salên zîndanê bo parlamentera Îraqê Eşwaq Salim Hesen biriye, û sedema wê jî bo têkelbûna wê di bidestxistina dahatê neqanûnî de vegerand.
Ew biryar bi amadebûna Eşwaq Salim li beranberî dadwer hat xwendin û ew hat neçarkirin ku hemî wê pereyê ku bi rêya neqanûnî bi dest xistiye vegerîne, ku hejmara giştî ya wî pereyî jî dibe zêdetirî 11.9 milyar dînarên Îraqî.
Desteya navborî zelal jî kir ku ew biryar li gorî madeya 19ê ji benda duyê ya qanûna Desteya Destpakiyê û qanûna guhartî ya hejmar 30 a sala 2011ê derketiye.
Li gorî biryara dadgehê, wê parlamenterê bi rêya neqanûnî du milyar û 114 milyon û 820 hezar dînarên Îraqî û du milyon û 924 hezar û 100 dolarên Amerîkayî bi dest xistine. Niha jî hejmara giştî ya wî pereyî wekî 11 milyar û 949 milyon û 264 hezar dînarên Îraqî hatiye texmînkirin û pêdivî ye wî pereyî hemiyê bo xezîneya dewletê vegerîne.
Wê desteyê eşkere jî kir ku dadgehê li gorî madeya 19ê benda pêncê ji qanûna wê desteyê, cezayeka din a 3 salên zîndanê bo Eşwaq Salim biriye, ji ber veşartin û eşkerenekirina milk û malên xwe di forma Desteya Destpakiyê de. Her bi biryara dadgehê, dest li ser hemî milk û malên veguhastî û neveguhastî yên Eşwaq Salim de hat girtin.