Serok Barzanî pêşewazî li Konsulê Rûsyayê li Hewlêrê kir
Navenda Nûçeyan (K24) – Serok Mesûd Barzanî pêşewazî li Konsulê Giştî yê Rûsyayê li Hewlêrê kir, ku bi helkefta bidawîhatina erkên xwe serdana wî kiribû, û di wê civînê de tekez li ser xurtkirina peywendiyên dîrokî yên di navbera gelê Kurdistanê û Rûsyayê de hat kirin.
Serok Mesûd Barzanî îro Çarşemê, 23ê Îlona 2026ê, pêşewazî li Konsulê Giştî yê Rûsyayê li Hewlêrê Maxim Rubin kir.
Di wê hevdîtinê de, Konsulê Giştî yê Rûsyayê li Hewlêrê ku bi helkefta bidawîhatina erkên xwe û bi merema xatirxwastinê serdana Serok Barzanî kiribû, rêz û hurmetên xwe bo rola Serok Barzanî di dostanî û peywendiyên di navbera gelê Kurdistanê û welatê xwe de diyar kirin.
Herwesa ezmûna karkirina xwe li Herêma Kurdistanê wekî nimûneyî wesf kir û spasiya Serok Barzanî û dezgehên Herêma Kurdistanê kir, ku di dema karkirina wî de bo biserxistina karên wî hevkar û alîkarên wî bûn.
Konsulê Giştî yê Rûsyayê li Hewlêrê herwesa ragihand ku Herêma Kurdistanê bo Rûsyayê xwedî pêgeheka taybet e û di hevkêşeyên Îraq û deverê de herdem cihê giringiyê bûye.
Serok Barzanî jî ji aliyê xwe ve spasiya rola Konsulê Giştî yê Rûsyayê li Hewlêrê di pêşxistina peywendiyên di navbera her du aliyan de kir û daxwaza serkeftinê di erk û karên wî yên nû de bo wî kir.
Her di wê civînê de, tekez li ser peywendiyên dîrokî û dostaniya kevnar a di navbera gelê Kurdistanê û gelê Rûsyayê de û berdewamî û xurtkirina wan peywendiyan hat kirin.