Li gundekê Hewlêrê ciwanekî 21 salî di hewza masiyan de xeniqî
Navenda Nûçeyan (K24) – Rêveberiya Berevaniya Şaristanî ya Hewlêrê ragihand ku ciwanekî Ereb ê 21 salî li gundekî ser bi Hewlêrê ve di dema karkirinê de ketiye nav hewzeka masiyan û canê xwe ji dest daye.
Li gorî daxuyaniyeke Berevaniya Şaristanî ya Hewlêrê, seet 4:30 ê piştî nîvroya îro Çarşemê, 23ê Îlona 2026ê, piştî haydarkirina Odeya Kontrol û Operasyonan, tîmên wan hatin haydarkirin ku li gundê Qorîtanê welatiyek ketiye nav hewzeka masiyan.
Wek ku di wê daxuyaniyê de hatiye, navê wî kesê xeniqî Elî Mihemed Xidir e, ji neteweya Ereb e û jiyê wî 21 sal bûn. Navborî di dema karkirinê de ketiye nav wê hewzê û ji ber wê xeniqiye.
Berevaniya Şaristanî ya Hewlêrê amje bi wê yekê jî da ku tîma şaxa rizgarkirinê (1) yekser gehiştiye cihê rûdanê û piştî nîv seeta lêgeriyanê, teremê wî ciwanî ji nav avê derxist û paşê jî bi merema bicihanîna rêkarên qanûnî bo Peymangeha Pizîşkiya Dad a Hewlêrê şand.