Masterplana nû ya Hewlêrê hat pejirandin; bajar digihîje Zêyê Mezin

Navenda Nûçeyan (K24) – Di merasîmekê de bi amadebûna berpirsên hikûmî, pejirandina Masterplana nû ya bajarê Hewlêrê hat ragihandin. Wezîrê Şaredarî û Geştyariyê yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê eşkere kir ku masterplan arasteya berfirehbûna paytextî heta sala 2050ê diyar dike û berfirehbûna wî bajarî ber bi Zêyê Mezin ve dibe.

Wezîrê Şaredarî û Geştyariyê yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Sasan Ewnî îro Çarşemê, 23ê Îlona 2026ê, di çarçoveya merasîma ragihandina masterplana bajarê Hewlêrê de konferanseka rojnamevanî li ar xist û tê de hin agahî li ser wê masterplanê eşkere kirin.

Sasan Ewnî ragihand: "Mijara serekî ya edilandina masterplanê arastekirina berfirehbûna bajarê Hewlêrê ye heta sala 2050ê, ku bi awayekî tê rêkxistin da ku berfirehbûna berdewam bi dest bîne. Di vê çarçoveyê de jî, 26 dîtinên cuda di çend waran de hatine darêtin û çend stratejî bo bicihanîna wan hatine amadekirin."

Wezîrê Şaredariyê amje bi wê yekê jî da ku amadekirina masterplanê bi awayekî zanistî hatiye bicihanîn û dîrok, rewşa niha û pêşkeftina paşerojê ya Hewlêrê li ber çavan hatîye wergirtin; bi rengekî ku xwendin bo warên av, kanal, elektrîk, jîngeh, guhartina keşûhewayî, pîşesazî, abûrî, çand, veguhastin û gehandin, xweparastina ji lehiyan, xizmetkariyên giştî, jêrxan, parastina nasnameyê û geştyariyê hatîye kirin.

Di derheqa arasteya berfirehbûna paytext de, Sasan Ewnî zelal kir: "Li gorî vê masterplanê, di paşerojê de berfirehbûna bajarê Hewlêrê ber bi Zêyê Mezin ve ye bi arasteya rojava û bakûrê rojava.”

Navborî amaje jî da: “Ev berfirehkirin jî li gorî şîkariya zanistî ya “Organization Potential Analysis” hatîye bicihanîn û pişta xwe bi 19 faktoran cuda cuda girê daye, wekî nêzikiya ji rûbar û çavkaniyên avê, pileya germiyê, rêya xwezayî ya avê, ava binerd, xwarbûna axê, erdê çandinê, kembera keskatiyê, cihê gilêşî û parzinîngehan, rê û rêbar, navendên derfetên karî, westgeha şemendefirê, balafirxane, cihên xwezayî û şûnwarî."

Projeya masterplana nû ya Hewlêrê li roja 15.12.2024ê pêşkêşî Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê hatibû kirin û piştî têbîniyan li roja 17.12 pêşkêşî Encûmena Şaredariya Hewlêrê hat kirin û razîbûn li ser hatibû wergirtin. 

Bicihanîna vê masterplanê armanc dike ku di çend salên bê de zêdetir pêşkeftinê ji aliyê abûrî, civakî, jîngehî û jîn û jiyarê ve li paytextî peyda bike û Hewlêrê bibe asta bajarên pêşkeftî yên cîhanê.