Ji ber zêdekirina zimanê îşeratê, Rêveberiya Çavdêriya Civakî spasiya Kurdistan24ê dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Rêveberiya Giştî ya Çavdêrî û Geşepêdana Civakî ya Hewlêrê, bi peyamekê spasiya Kurdistan24ê kir, ji ber destpêşxeriya wê ya zêdekirina zimanê îşaretê li pexşê xwe yê rojane.

Rêveberiyê di daxuyaniyekê de ragihand, ev pêngava Kurdistan24ê xwedî nirxekî mezin e ji bo xurtkirina bingehên dadperwerî û wekheviyê di warê destpêgihîştina bi zanyarî û naverokên medyayî de, her wiha rêzgirtineke berbiçav e li mafên kesên ku nabihîsin.

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin, pêngavên bi vî rengî roleke bingehîn di afirandina medyayeke giştgir de dilîzin ku ji bo hemû çîn û takekesên nava civakê guncaw û destxistî be. Rêveberiyê herwiha hêviya xwe anî ziman ku ev destpêşxerî bibe mînak û pêşeng ji bo hemû dezgeh û saziyên din ên medyayê.

Rêveberiya Giştî ya Çavdêrî û Geşepêdana Civakî ya Hewlêrê di dawiya peyama xwe de tekez kir ku ev gava nû ya Kurdistan24ê, bûye sedema dilxweşiyeke mezin ji bo wan û hemû kesên ku nabihîsin ên li Herêma Kurdistanê.

Kurdistan24 wekî yekemîn medyaya Kurdistanê û hestkirina bi erkê xwe yê civakî û niştimanî û bi helkefta Roja Cîhanî ya Zimanê Îşaretan, ji duh ve zimanê îşaretan li nûçeyên saet 6:00 ê êvarê zêde kir.