Mistefa Seray: Vekişîna hêzên biyanî serweriyê ji bo Iraqê misoger nake

Navenda Nûçeyan (K24) – Di demekê de ku guftûgoyên derbarê vekişîn û rêxistinkirina erkê hêzên Hevpeymaniya Navdewletî li Iraqê berdewam dikin, lêkoler û şêwirmendê siyasî Mistefa Seray aşkere kir, bikaranîna têgeha “Roja Serweriyê” bo vekişîna van hêzan şaşiyeke metodîkî û destûrî ye, ji ber ku ew hêz bi daxwaza fermî ya dewleta Iraqê li wî welatî bûn.

Mijara vekişîna hêzên navdewletî di 30ê Îlona 2026an de û radestkirina erkên ewlehiyê, bûye rojeva sereke ya navendên siyasî li Iraq û Herêma Kurdistanê. Di vê çarçoveyê de, Mistefa Seray ji Kurdistan24ê re ragihand: “Hikûmeta Iraqê bi xwe bi awayekî fermî û bi daxwaza xwe daxwaza alîkariyê ji hêzên Hevpeymaniya Navdewletî kiribû. Ji ber vê yekê, navlêkirina vekişîn an rêxistinkirina erkê van hêzan wek 'serwerî' kêmasiyeke metodîkî tê de heye; lewma li gorî mikurhatina fermî ya dewletê, ev hêz ti carî ne hêzên dagirker bûne.”

Mistefa Seray tekez kir, vekişîna temam a hêzên serbazî bi xwe nayê wateya bidestxistina serweriyê, ji ber ku serwerî têgeheke giştgir e û tenê bi rehendeke leşkerî nayê kurtkirin. Li gorî wî, serweriya rasteqîn; serweriya aborî, siyasî, asmanî û serweriya di biryardanê de li xwe digire ku ev jî tenê bi rêya damezrandina dewleteke bihêz û cîbicîkirina destûrê pêk tê.

Derbarê rewşa ewlehiyê ya piştî vekişîna hêzan de, Seray da zanîn ku aramiya Iraq û Herêma Kurdistanê hîn jî rûbirûyî metirsiyên navxweyî û derve ye, bi taybetî gefên bermayiyên DAIŞê û kêmasiya binesaziya hewalgirî û berevaniya asmanî. Ji ber vê sedemê, berdewamiya pevguhertina ezmûn û hevkariyê bi hevbeşên navdewletî re bo parastina seranserê xaka Iraqê û Herêma Kurdistanê wek pêwîstiyeke girîng dimîne.

Li gorî rêkeftinnameya ewlehiyê ya SOFAyê di 30ê Hezîrana 2009an de, hêzên Amerîkayê ji nav bajar û bajarokên Iraqê vekişiyabûn û hikûmeta wê demê ya Iraqê ew roj wek “Roja Serweriyê” ragihandibû. Niha jî ku danûstandinên ji bo bidawîanîna erkê serbazî yê Hevpeymanan di rojevê de ne, çavdêrên siyasî tekez dikin ku bidestxistina serweriya rastî; pêwîstî bi cîbicîkirina temam a destûrê, rêzgirtin li qewareya federalî ya Herêma Kurdistanê û parastina aramiya aborî ya welêt heye.