Berhem Salih: Divê em Sûriyê ji êş û azaran ber bi hêvî û serkeftinê ve bibin

Navenda Nûçeyan (K24) – Komîserê Bilind ê Neteweyên Yekgirtî bo Karûbarên Penaberan (UNHCR) Dr. Berhem Salih ragihand, gelê Sûriyê di nava 50 salên derbasbûyî de rûbirûyî êş, azar û wêraniyeke mezin bûye, lê îro dema wê hatiye ku welat ber bi qonaxeke nû ya aramî, vejîna aborî û hêviyê gavan bavêje.

Ev daxuyanî di çarçoveya semînereke asta bilind de hat ku ji aliyê Şanda Daîmî ya Sûriyê li Neteweyên Yekgirtî ve li New Yorkê, bi navnîşana «Aramiya Herêmî, Ewlehî û Vegera Mayînde: Pêwîstiya Sûriyayeke Bê Kamp» hatibû lidarxistin.

Dr. Berhem Salih di axaftina xwe de bal kişand ser encamên serdana xwe bo Sûriyeyê û got: “Min ew êş û birînên kûr li seranserê wê wêraniya ku li Sûriyê heye ji nêz ve hest kir. Dema min serdana zindana Sêdnayayê kir, ew bîranîneke gelekî zehmet a gelê Sûriyê bû ku bi dehan salan kişandiye. Ev 50 salên derbasbûyî bûn navnîşana êş û awarebûnê, lê ev karesat tenê li ser xelkê Sûriyê nemîne, belkî bandoreke rasterast li hemû cîhanê jî kir.”

Salih herwiha got: “Ez spasiya Hikûmeta Sûriyê dikim li ser kar û hewlên wê yên ji bo dabînkirina pêwistiyan, vejandina rewşa aboriyê û dubare tevlîkirina wan civakên ku koçber bûbûn. Erkê me hemûyan e ku em Sûriyê ji arasteya êş û azaran ber bi hêvî û serkeftinê ve biguherin.»

Li gorî daxuyaniya Wezareta Derve û Koçberan a Sûriyê, di vê semînerê de serkirde û nûnerên ajansên sereke yên Neteweyên Yekgirtî beşdar bûn; ji wan Bernameya Geşepêdanê ya NY (UNDP), Ofîsa Koordînasyona Karûbarên Mirovî (OCHA), Rêxistina Navneteweyî ya Koçberiyê (IOM) û Komîseriya Bilind a Penaberan (UNHCR).