Kiwêstan Mihemed: Zêdekirina zimanê îşaretê li Kurdistan24ê xizmeteke mezin e
Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîra Kar û Karûbarên Civakî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê Kiwêstan Mihemed, destpêşxeriya Kurdistan24ê ya ji bo zêdekirina zimanê îşaretê bo nava bulten û bernameyên kanalê bilind nirxand û ev pêngav weke werçerxanekê di xizmetkirina kesên kêmbihîstwer de bi nav kir.
Kiwêstan Mihemed di peyamekê de ku arasteyî Kurdistan24ê kiriye, spasiya vê hewldanê kir û ragihand: “Destxweşiyê li we dikim; we gaveke gelekî mezin ber bi arasteya xizmetkirina kesên ku nabihîsin avêtiye.»
Wezîra Kar û Karûbarên Civakî herwiha hêviya xwe anî ziman ku hemû kanal û dezgehên din ên medyayê jî sûdê ji vê ezmûna pêşeng wergirin, da ku xizmetguzariyên zêdetir pêşkêşî vê çîna civakê were kirin.
Ev peyama Wezîra Kar û Karûbarên Civakî di demekê de ye ku Kurdistan24ê di çarçoveya werza xwe ya nû ya weşanê û pêşxistina karên xwe yên medyayî de, weke yekemîn kanala nûçeyan a Kurdî zimanê îşaretê li bultenên xwe yên nûçeyan zêde kiriye.
Armanca sereke ya vê gavê; bicihanîna prensîbên medyaya giştgir û misogerkirina mafê wekhev e ji bo kesên nabihîsin, da ku ew jî bikaribin bi rengekî rasterast û hêsan ji hemû rûdan, guherîn û nûçeyên rojane agahdar bibin.