Navenda Metro spasiya Kurdistan24ê dike: Zêdekirina zimanê îşaretan parastina mafê zanînê ye

Navenda Nûçeyan (K24) – Navenda Metro ya Parastina Mafên Rojnamevanan, bi daxuyaniyekê pêşwazî li xizmetguzariya nû ya Kurdistan24ê kir, ku zimanê îşaretan li bultena xwe ya sereke ya nûçeyan a saet 18:00an zêde kiriye.

Navenda Metro îro 24ê Îlonê ragihand, ev pêngava Kurdistan24ê di xizmeta wan çînên civakê de ye ku xwedî pêdiviyên taybet in (bi taybetî kesên ku nabihîsin), bi armanca ku hemû welatî bêyî ti cudahiyekê destê wan bigihe nûçe û zanyariyan. Navendê tekez kir, dabînkirina vê derfetê beşek e ji mafên bingehîn ên mirovan ku di peymanên navdewletî de jî giringiyeke taybet pê hatiye dayîn.

Di daxuyaniya Navenda Metroyê de amaje bi wê kir, li gorî xala 19emîn a Danezana Cîhanî ya Mafên Mirovan, her mirovek xwedî mafê azadiya raman û derbirînê ye; li gorî vê prensîbê jî her takekesek azad e ku bêyî destwerdan li pey agahî û rastiyan bigere û wan wergire.

Navenda Metro destnîşan kir, bêparhiştina kesên ku nabihîsin ji nûçeyan, binpêkirina mafê wan ê zanînê ye, lewma ev hewldana Kurdistan24ê xizmeteke mirovî û pîşeyî ya gelekî bi qîmet e.

Navenda Metro di daxuyaniya xwe de ev xizmetguzarî bilind nirxand û hevdem bang li hemû saziyên din ên ragihandinê yên li Herêma Kurdistanê kir ku heman rêçikê bişopînin û mafên vê çînê li ber çavan bigirin, da ku ew jî wekî beşên din ên civakê ji rûdan û pêşveçûnan agahdar bin.

Di dawiya peyama xwe de, Navenda Metro hêviya xwe anî ziman ku ev xizmetguzariya Kurdistan24ê berdewam be û were berfirehkirin, da ku hemû bulten û bernameyên din ên kanalê jî li xwe bigire.