Fermangeha Medya û Zanyariyê destpêşxeriya Kurdistan24ê ya ji bo zimanê îşaretan bilind dinirxîne

Navenda Nûçeyan (K24) – Fermangeha Medya û Zanyariyê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, destpêşxeriya kanala Kurdistan24ê ya ji bo zêdekirina zimanê îşaretan di bultenên nûçeyan de bilind nirxand û ev gav weke pêngaveke medyayî û pîşeyî ya berbiçav ji bo dabînkirina mafê bidestxistina zanyariyan bo bînerên ku nabihîsin binav kir.

Fermangeha Medya û Zanyariyê îro 24ê Îlona 2026an di daxuyaniyekê de ragihand, ev destpêşxeriya Kurdistan24ê rengvedana hestkirina bi berpirsiyariyê ye li hember hemû çîn û beşên civakê, her wiha parastina mafê bîneran e di wergirtina zanyarî û nûçeyan de bi rengekî dadperwerane.

Fermangeha Medya û Zanyariyê tevî pêşkêşkirina destxweşiyê, hêvî xwast ku ev pêngava Kurdistan24ê berdewam be û bibe mînak û pêşeng ji bo tevahiya kanal û saziyên din ên medyayî li Herêma Kurdistanê, da ku ew jî heman rêbazê di weşanên xwe de bikar bînin.

Kurdistan24ê weke yekemîn medyaya Kurdistanî, ji ber hestkirina bi erkê xwe yê civakî û niştimanî û bi helkefta Roja Cîhanî ya Zimanê Îşaretan, biryar da ku zimanê îşaretan li bultena xwe ya sereke ya nûçeyan a saet 18:00an zêde bike, da ku kesên xwedî pêdiviyên taybet jî rasterast ji rûdan û zanyariyan sûdwergir bin.