Neqîbê Sendîkaya Rojnamevanan: Zêdekirina zimanê îşaretan di nûçeyên Kurdistan24ê de gaveke girîng e
Navenda Nûçeyan (K24) – Neqîbê Sendîkaya Rojnamevanên Kurdistanê, Azad Hemedemîn, bi peyamekê pêşwazî li destpêşxeriya Kurdistan24ê kir, ku zimanê îşaretan li bultenên xwe yên nûçeyan zêde kiriye û ev pêngav weke gaveke pratîkî ji bo cîbicîkirina Yasaya Destxistina Zanyariyan li Herêma Kurdistanê binav kir.
Azad Hemedemîn îro 24ê Îlona 2026an, di peyamekê de ji bo Kurdistan24ê, destxweşî li destpêkirina wergera bi zimanê îşaretî ji bo kesên nabihîsin kir û ragihand: “Ev pêngav dê bibe sedema dabînkirin û misogerkirina mafê bidestxistina zanyariyan ji bo dehhezaran welatiyên li Herêma Kurdistanê.”
Neqîbê Rojnamevanên Kurdistanê herwiha hêviya xwe anî ziman ku giringiyeke zêdetir bi vî warî were dayîn û hewl bê dayîn ku zimanê îşaretê bi rêya kanalê bibe bingehek ji bo lihevhatin û tevlîbûnê li gel pîvanên standard ên zimanê îşaretê li seranserê cîhanê.
Roja 23ê Îlona 2026an, kanala Kurdistan24ê weke yekemîn medyaya Kurdî û li ser bingeha hestkirina bi erkên civakî û niştimanî, bi helkefta Roja Cîhanî ya Zimanê Îşaretê biryar da ku di bultena xwe ya sereke ya saet 18:00an de xizmetguzariya wergera zimanê îşaretan peyda bike.
Ev hewldana nû beşek e ji guherînên werza nû ya weşana Kurdistan24ê, bi armanca giringîpêdana bi tevahiya pêkhate û çînên cuda yên civakê. Li gorî amarên fermî, li Herêma Kurdistanê zêdetirî 10 hezar kesên ku nabihîsin hene ku heta niha ji medyayeke taybetmend bêpar bûn; ji ber vê yekê Kurdistan24ê bi erkê xwe yê pîşeyî û niştimanî zanî ku vê valahiya medyayî tije bike û ji niha û pê ve balê bikişîne ser pirsgirêk û jiyana rojane ya vê çînê.