Wezareta Kar: Veguhastina nûçeyan bi zimanê îşaretan pêngaveke bihadar e
Navenda Nûçeyan (K24) – Wezareta Kar û Karûbarên Civakî di peyamekê de destxweşiyê li Kurdistan24ê dike, ji ber vê pêngava pêşkêşkirina nûçe û zanyaran bi zimanê îşaretan bo xwedanpêdivîtiyên kerr vediguhêze.
Wezareta Kar û Karûbarên Civakî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê îro Pêncşemê, 24ê Îlona 2026ê, peyameka taybet arasteyî dezgeha medyayî ya Kurdistan24ê kir û tê de destxweşî li Kurdistan24ê kiriye.
Wezareta Kar û Karûbarên Civakî di peyama xwe de gotiye: "Bi dilekî tijî spasî û rêz, em dixwazin spasiya vê pêngava mirovî û berpirsiyarane ya we bikin, ku bo cara yekê we kesek bo zimanê îşaretan terxan kiriye, daku nûçe û zanyaran bi zimanê îşaretan bigehîne dest û dilên xwedanpêdivîtiyên kerr."
Wezareta navborî amje jî daye ku ev kar ne tenê zêdekirina xizmeteka nû ye, belku pêngaveka giring e ber bi civakaka dadperwertir û berfirehtir; civakak ku her welatiyekî bêyî cudahî mafê bidestxistina zanyar û nûçeyan hebe. Bi taybetî di serdemekî de ku zanyar û nûçe rolekê giring di jiyana me ya rojane de dilîzin, ev pêngava Kurdistan24ê dibe sedem ku deng û mafên komeka welatiyên me zêdetir bên dîtin û bihîstin.
Wezareta Kar û Karûbarên Civakî ligel spasdariyê, vê pêngava Kurdistan24ê bihadar dibîne û hêvîdar e ku ev pêngav bibe destpêkek bo tevlîbûnê û zêdetir bidestxistina hemî texên civakê bo nûçe û zanyaran.
Kanala Kurdistan24ê duhî Çarşemê, 23ê Îlona 2026ê, wekî medyaya yekê ya Kurdî û li ser bingeha hestkirina bi erkên xwe yên civakî û neteweyî, bi helkefta Roja Cîhanî ya Zimanê Îşaretan biryar da di nûçeyên seet 6:00 ê êvarê de zimanê îşaretan bo pexşa xwe zêde bike.