Soran dibe xwediya muzexane û parka şûnwarî ya modern

Navenda Nûçeyan (K24) – Rêveberê Şûnwar û Kelepûrê yê Îdareya Serbixwe ya Soranê radigehîne ku wekî pêngava yekê bo çêkirina avahiya nû, muzexane û parka şûnwarî, karê rûpîviya hûr bo wê deverê hatiye kirin û ligel Îdareya Serbixwe ya Soranê jî di bizavên berdewam de ne, bo dabînkirina budceya pêdivî bo wê projeyê di îsal de.

Rêveberê Şûnwar û Kelepûrê yê Îdareya Serbixwe ya Soranê Ebdulwehab Silêman îro Pêncşemê, 24ê Îlona 2026ê, bo malpera Kurdistan24ê got: “Karê rûpîviiyê wekî pêngava yekê û bingehîn bû, ji bo karkirina hûr û zanistî.”

Ebdulwehab Silêman eşkere jî kir ku bi merema diyarkirina rûberê giştî yê wê devera ku ji sala 2009ê ve ji aliyê Rêveberiya Şûnwaran a Soranê ve hatibû diyarkirina, bo çêkirina avahiyeka nû bo Rêveberiya Şûnwar û Kelepûrê ya Soranê, ku li derdorên Keleha Paşayê Mezin hatibû perjankirin.”

Navborî amje jî da ku xêncî diyarkirina rûber û qebareyan, ev rûpîviya topografiyeka hûr ya erdî (bilindî û nizimiyan) pêşkêş dike. Ev jî wekî nexşeyeka bingehîn a hûr bo plandanan û belavkirina fikran dibe bingehek.

Di derheqa nexşe û dîzayna projeyî de, Ebdulwehab Silêman got: “Di nexşeyê de cihê avahiya rêveberiyê, muzexane, parka şûnwarî û herwesa rêkxistina deverên keskatî, cihê rawestandina timbêlan, koşkên xizmetkariyan û jêrxaneya pêdivî di nav de hene.”

Navborî amaje bi wê yekê jî kir ku piştî bidawîhatina qonaxa dîzayn û reşnivîsa xêzkirinan, pêngavên qonaxa bicihanînaa meydanî ya wê projeyê dest pê dikin. Bo van pêngavan jî, hewceyî bi terxankirina darayî heye, lewma bo her qonaxekê derxistiya taybet tê amadekirin û budceya pêdivî bo tê destnîşankirin.

Di derheqa piştgirîkirina wê projeyê de ji aliyê dezgehên peywendîdar ve jî, wî behsa wê yekê kir ku ev demeka dirêj e ew ligel Îdareya Serbixwe ya Soranê û Qaymeqamê Navenda Qezaya Soranê di danûstandin û karkirina berdewam de ne, herwesa Serperiştê Îdareya Soranê piştgiriya xwe ya temam diyar kiriye ku bi her rengê hebe di îsal de budceya pêdivî bo wê projeyê bê dabînkirin.

Ebdulwehab Silêman li dawiyê jî amje kir ku ev mehek e Rêveberê Giştî yê Şûnwar û Kelepûrê yê Soranê dest bi karî kiriye û di bernameya karê xwe de daniye ku di hemî îdareyên serbixwe û parêzgehên Herêma Kurdistanê de muzexaneyan damezrîne, ku ev jî palderekê bihêz e ji bo biserxistina vê projeya neteweyî.