Zanîngeha Silêmaniyê bo cara yekê pişkeke nû ya çandinê vedike
Navenda Nûçeyan (K24) – Ji bo cara yekê li ser asta Herêma Kurdistanê, Pişka Berbazarkirina Xwarina Çandinê li Koleja Zanistên Endaziyariya Çandinê ya Zanîngeha Silêmaniyê hat vekirin û ji bo îsal 40 şagirdan werdigire.
Ev pêngav ji bo amadekirina kadirên şareza ye, li gorî daxwaza bazara karî. Vekirina vê pişkê piştî wê yekê hat ku Kabîneya Nehê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê giringiyeka zêde da kerta çandinê û kiribû serpişka karên xwe.
Di vê derheqê de, Mamostayê Pişka Berbazarkirina Xwarina Çandinê Dr. Kawan Sîrwan bo Kurdistan24ê ragihand ku piştî şêwir û nîqaşan ligel Wezareta Çandinê, cotkarên nimûneyî yên Silêmaniyê û Helebceyê, rêxistin û xwediyên proje û karweriyên mezin, biryar li ser vekirina vê pişkê hatiye dan, daku kadir li gorî pêdivîtiya rastîn a bazarê bên perwerdekirin.
Dr. Kawan amje jî da ku derçûyên pola 12ê ya amadeyîyê bi kêmnimreya 60% bo xwendina asayî û 55% bo xwendina paralêl tên wergirtin, herwesa navê profesyonel ê "Endaziyarê Çandinê" bo derçûyên vê pişkê tê dan. Armanca serekî ji vê pêngavê jî bilindkirina kalitiya berhemanînê û zelalkirina hemî zincîra sîstema xwarinê ye ji "axê heta çengalê".
Koleja Zanistên Endaziyariya Çandinê ya Zanîngeha Silêmaniyê ji 7 pişkên cuda cuda pêk tê û 150 şagird bi rengên teorî û kiryarkî dersên xwe li wê kolejê dixwînin.