Li Soranê bav û kurek di hewzeke avê de xeniqîn

Navenda Nûçeyan (K24) – Berdevkê Berevaniya Şaristanî ya Soranê amje bi wê yekê dide ku li zozanên devera Simêlanê bavek û kurê wî di nav hewzeka avê de xeniqîne.

Berdevkê Berevaniya Şaristanî ya Soranê Rewend Hawdiyanî îro Pêncşemê, 24ê Îlona 2026ê, bo Kurdistan24ê ragihand: “Seet 4:00 ê êvariya îro tîmên me ji hebûna bûyereka xeniqînê li sînorê nahyeya Simêlanê ya girêdayî qezaya Çomanê hatin haydarkirin.”

Berdevkê Berevaniya Şaristanî ya Soranê di daxuyaniya xwe de herwesa eşkere jî kir: “Piştî ku tîmên me gehiştin cihê wê bûyerê, diyar bû ku bavek û kurê wî di hewzeka avê de xeniqîne.”

Rewend Hawdiyanî amje da ku termên wan bav û kuran ji aliyê tîmên Berevaniya Şaristanî ve ji bo Pizîşkya Dad a Soranê tên veguhastin, herwesa ew cihê ku ew bûyer lê çê bûye zozanên gundê Bêwleyê ne li devera Simêlanê.

Berdevkê Berevaniya Şaristanî ya Soranê herwesa got ku ew malbat xwecihên sînorê Akrê ne û karê wan xwedîkirina lawiran e, di werzê havînê de jî berê xwe didin deverên zozan.