Lijneya Petrol û Gazê ya Parlementoya Îraqê raspardeya çareserkirina qeyrana sotemeniyê pejirand
Navenda Nûçeyan (K24) – Lijneya Petrol û Gazê ya Parlamentoya Îraqê daxwaz dike ku nirxê sotemeniyê di navbera parêzgehên Îraqê û Herêma Kurdistanê de bê wekhevkirin. Endamekî wê lijneyê jî bo Kurdistan24ê eşkere dike ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê du pêşniyar pêşkêşî Bexdayê kirine, da ku sotemenî bi nirxê piştevanîkirî bigehe destê welatiyên Herêma Kurdistanê.
Lijneya Petrol û Gazê ya Parlamentoya Îraqê îro Pêncşemê, 24ê Îlona 2026ê, deng li ser komeka raspardeyan da, ku ji aliyê lijneyeka demkî ve bo çareserkirina qeyrana sotemeniyê li seranserî Îraq û Herêma Kurdistanê hatibûn amadekirin. Di yadaştekê de jî, daxwaza cîgirkirina nirxê sotemeniyê di bazaran de kir.
Di konferansekî rojnamevanî de, Endamê Lijneya Petrol û Gazê Herêm Kemal Axa ragihand: “Pêdivî ye sotemenî ji bo hemî parêzgehan bê dabînkirin û pişka hejî jî ji bo parêzgehên Herêma Kurdistanê bê şandin. Wê lijneyê daxwaz jî kir ku bi rêya pêkanîna lijneyeka teknîkî li parêzgehan proseya belavkirinê bê rêkxistin û eynî nirxê piştevanîkirî yê fermî yê Îraqê li Herêma Kurdistanê jî bê peyrewkirin.
Di derheqa bizavên dabînkirina sotemeniyê de jî, Endamê Lijneya Petrol û Gazê ya Parlamentoya Îraqê Sîpan Şêrwanî bo Kurdistan24ê ragihand: Hikûmeta Herêma Kurdistanê du pêşniyarên fermî pêşkêşî Wezareta Petrolê ya Îraqê kirine:
Pêşniyara Yekê: Eger Wezareta Petrolê ya Îraqê benzînê bi nirxê 450 dînaran, gazoîlê bi 400 dînaran û bermîleka petrola spî jî bi 31 hezar dînaran ji bo welatiyên Herêma Kurdistanê dabîn bike, li beranberî wê yekê Wezareta Çavkaniyên Xwezayî amadeyîya xwe diyar kiriye ku rojane 50 hezar bermîlên petrolê radestî Îraqê bike.
Pêşniyara duyê: Eger Bexda bi pêşniyara yekê razî nebe an nekare sotemeniya pêdivî bişîne, pêşniyar hatiye kirin ku petrola xav ji bo Herêma Kurdistanê bê dabînkirin, da ku bi rêya parzinîngehên Herêma Kurdistanê bê berhemînan û bi eynî nirxê piştevanîkirî li ser welatiyan bê belavkirin.