Partiya Çaksaziyê ya Turkmenan salvegera referandûmê pîroz dike

Partiya Çaksaziyê ya Turkmenan
Partiya Çaksaziyê ya Turkmenan

Navenda Nûçeyan (K24) – Partiya Çaksaziyê ya Turkmenan di salvegera referandûma serxwebûna Kurdistanê de ragihand ku biryardan li ser kirina referandûmê destkeftiyeka dîrokî ya mezin û serweriyeka neteweyî ye ji bo hemî pêkhateyan.

Partiya Çaksaziyê ya Turkmenan di beyannameyekê de bi helkefta 25ê Îlonê, salvegera referandûma serxwebûna Kurdistanê, diyar kir ku ev bîranîn westgeheka pirrbiha û giring e di dîroka siyasî ya gelê Kurdistanê de, ku tevî hemî berbest û astengiyên navxweyî û derva, bi rêberiya Serok Barzanî hat kirin û bû serweriyeka hevpar a neteweyî ji bo hemî tex û pêkhateyên cuda cuda.

Di pişkeka dî ya wê beyannameyê de hatiye ragihandin: “Di vê pêvajoya demokratî de, Kurdistaniyan bi hemî pêkhateyên xwe ve banga serxwebûnê gehand hemî cîhanê; referandûm pirseka neteweyî û îradeya piraniya xelkê Kurdistanê bû, ew jî piştî ku Bexdayê gelek madeyên destûrê yên herdemî yên Îraqê binpê kirin û gelek arêşeyên darayî, îdarî, leşkerî û qanûnî ligel Herêma Kurdistanê çê kirin.”

Partiya Çaksaziyê ya Turkmenan bal kişand ser rewşa niha ya Îraqê û deverê û tekez kir ku ev qonaxa hestyar pêdivîtî bi yekrêziya hemî hêzên siyasî yên Kurdistanê heye. Di vê çarçoveyê de jî, dawaxwaz dike ku hemî partî bo lezkirina pêkanîna kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, parastina berjewendiyên neteweyî û niştîmanî û parastina qewareya destûrî ya Herêma Kurdistanê hevaheng bin.

Li dawiya wê beyannameyê de jî, tevî pîrozkirina li gelê Kurdistanê, ew serê rêz û hurmetê bo canê pak ê şehîdên rêya rizgariya Kurdistanê diçemînin û xebat û qurbanîdana hemî niştîmanperwer û azadîxwazan bilind dinirxînin.