Neteweyên Yekgirtî bo K24ê: Em li ser piştgirîkirina Herêma Kurdistanê berdewam dibin
Navenda Nûçeyan (K24) – Berdevkê Fermî yê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî di daxuyaniyeka taybet de bo Kurdistan24ê ragihand ku Herêma Kurdistanê her dem dergehê xwe bo aware û penaberan vekirî bûye û xelkê wê dilovan e, ji ber vê yekê jî ew dê li ser piştgirîkirina wan berdewam bin.
Berdevkê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî Stephane Dujarric duhî Pêncşemê, 24ê Îlona 2026ê, taybet bo Kurdistan24ê got: “Neteweyên Yekgirtî her dem li Herêma Kurdistanê amade bûye û alîkariya xelkî kiriye. Gelê Kurdistanê xelkekî dilovan e û berdewam seriyê mal û deverên xwe bo aware û penaberan vekiriye.” Navborî tekez jî kir ku Neteweyên Yekgirtî dê ji hevahengî û karê berdewam ligel hikûmet û gelê Herêma Kurdistanê veneqete.
Di derheqa Sûriyeyê de jî ragihand ku biryara hilgirtina cezayan ji ser Sûriyeyê pêngaveka baş û giring e, lê ev yek ne dawiya karî ye û pêdivî ye zêdetir handan bo veberhênana kerta taybet bê dabînkirin.
Navborî da zanîn jî ku hinek caran cezayan bandoreka xirab li ser rêkxistinên darayî û bankî çê kiriye, ji ber vê yekê jî pêdivî ye ew berbest jî bên çareserkirin û li ser asta navdewletî zêdetir veberhênan di Sûriyeyê de bê kirin, da ku jêrxaneya aborî ya wî welatî vejî.
Di derheqa arêşe û aloziyên deverê de jî, Berdevkê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî nîgeraniya xwe diyar kir û got: “Ceng û pevçûnên ligel Îranê gelek vekêşaye, xelkê sivîl bacên mezin dane û bûne qurbanî, herwesa welatên derdorê jî bo nav cengê hatine rakêşan.”
Navborî hişyarî jî da ku girtina berdewam a Tengava Hurmizê bandoreka wêranker li ser aboriya cîhanê çê kiriye, tekez jî kir ku Neteweyên Yekgirtî li benda vegera azadiya temam a keştîvanî û deryavaniyê di wê tengava stratejî de ye.